MED-DER'ê li Sûrê bi zarokan re civiya

  • 15:10 18 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
 
AMED - MED-DER'ê bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li Sûrê ji bo zarokan kargehek organîze kir. Zarokan di kargehê de hînê tîpên kurdî bûn, stran gotin û wêne xêz kirin. 
 
Xebatên ziman a Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) didome. MED-DER bi hevkariya Komeleya Navenda Çandê ya Dîcle Firatê, li taxa Lalebeyê ya Sûra Amedê kargeha zarokan li dar xist. Di kargehê de ji bo zarokan bernameyên cuda cuda hatin organîzekirin. 
 
Zarok, mamoste û rêveberên MED-DER'ê bi hev re xelekek avakirin û bi hev re stran gotin. Di çarçoveya kargehê de tîpên kurdî hînê zarokan kirin. Ji bo zarok hînê kurdî bibin jî seta pirtûkan a perwerdê hatin belavkirin. 
 
Piştre Navenda Çandê ya Dîcle Firatê rîtmên xwezayî hînê zarokan kirin û bi hev re wêne xêz kirin. 
 
Kargeha zarokan bi gotina stranên kurdî bi dawî bû.