Nivîskarên Jin: Em dikarin bi pênûsa xwe jî bibin wesîleya yekîtiya kurdan

  • 09:01 15 Mijdar 2021
  • Çand û Huner
 
Medya Uren
 
AMED - Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray û rêvebera komeleyê Nurcan Delîl têkildarî hatina gel hevdu ya nivîskaran ya bi pêşengiya komeleyê pêk hat, axivîn. Sultan û Nûrcanê bal kişandin ser girîngiya yekîtiya gelê kurd û rêxistinbûyinê û wiha gotin:"Weke komele armanca me rêxistinkirina nivîskaran e. Ev pêwîstiya me ye û em bawer in wê bi yekîtî û rêxistinbûyîna nivîskaran re yekîtiya kurdan jî mîsoger bibe. Em dikarin bi pênûsa xwe jî bibin wesîleya vê yekê."
 
Komeleya Wêjekarên Kurd bi armanca rêxistinkirin, yekîtiya nivîskaran û yekîtiya gelê kurd duh li taştê bi gelek nivîskaran re hat gel hevdu. Hevseroka komeleyê Sultan Yaray û rêvebera komeleyê Nurcan Delîl têkildarî armanca bernameyê û encamên girtine bi ajansa me re axivîn.
 
'Ji 7 kesan em bûn 30 kes'
 
Sultanê bal kişand ser armanca bernameyê û got ji bo em xwe bi rêxistin bikin û pêşî li belavbûnê bigirin pêwîstiya me bi van bernameyan heye. Sultanê wiha berdewam kir:"Me beriya salekê komeleya xwe ya Wêjekarên Kurd vekir. Me bi 7 kesan dest pê kir û niha jî hejmara me gihiştiye 30 kesan. Ev ji bo me jimarek mezin e û em ê xwe pêşvetir jî bibin. Niha jî armanca me ya sereke rêxistinkirina nivîskaran e. Em ê hevdu nas bikin û li gel hev bikaribin fikir bigirin û bidin. Gelek caran nivîskarên kurd ên ku kedek mezin didin tenê bi weşanxaneya pê re dixebite re dikeve têkiliyê. Em dixwazin têkiliya hemû nivîskaran bi hev re çêbibe."
 
'Pirsgireka kurdan a mezin yekîtî ye'
 
Sultanê diyar kir ku yekîtiya nivîskaran wê bikaribe bandora xwe li yekîtiya kurdan jî bike. Sultanê wiha nirxandinên xwe parve kir:"Em dizanin nivîskar dikarin bi pênûsa xwe bandorê li ser hizir û ramanên civakê bikin. Dikare berê civakê vegerîne aliyekî din jî. Lewra pêwîst e em hêza xwe bikin yek û bi vê armanca neteweyî tev bigerin. Pêwîst e em hemû destên xwe bixin bin kevir. Ji ber ku pirsgirêka me ya sereke yekîtî ye. Em dizanin wê bi yekîtiyê re azadiya me jî mîsoger bibe. Pêwîst e li şûna xebatên me qels bisekine pêwîst e em bi bandor tev bigerin."
 
'Em xwe bi rêxistin dikin'
 
Nûrcanê jî diyar kir ku ew weke komele demek dirêj e dixwazin bi hev re civînan li dar bixin û got:"Me dixwest em werin gel hev û hev nas bikin. Bernameya me jî bi serkeftî derbas bû. Ez bawer im ku wê ji bo rojên pêş de jî bibe gavek mezin. Armanca me dan û stendina hizrên hev in. Em bi parvekirinê dewlemendtir dibin. Bê guman bi vî rengî jî em xwe bi rêxistin dikin û em yekîtiyek nivîskarên kurd ava dikin."
 
'Pêdiviya kurdan bi yekîtiyê heye'
 
Nûrcanê jî bal kişand ser pirsgirêka yekîtiyê û got:"Em weke kurd di aliyê çand, ziman û wêjeyê de gelekî dewlemend in û ev dewlemendiya me dibe sedema parastina nasnameya xwe. Ya ku me li ser lingan digire jî ev e. Lewra divê em êrişên li dijî me tên meşandin jî hêsan negirin dest. Divê em bi yekîtiya xwe re bersivê bidin êrişan. Pêwîstiya me kurdan a sereke jî yekîtî ye. Ev weke pirsgirêka herî mezin a navxweyî ye jî."
 
'Pêwîst e em guh bidin pirsgirekên civakê'
 
Nûrcanê herî dawî bang kir û got:"Em dibêjin nivîskar xîtabî civakê dikin. Hunera xwe ji bo civakê dihonin. Em dikarin bêjin jî ger yekîtî û rêxistinbûyînek wan nivîskaran tune be jî nikarin bandoreke mezin li ser wê civakê bikin. Encax bi rêxistinbûyînê wê bikaribin rêyeke rast ber civakê bixin. Ger em xizmetê ji çand û zimanê xwe re dikin pêwîst e em hemû berjewendiyên civaka xwe jî bigirin dest. Guh bidin pirsgirêk û pêdivêyên civakê. Li gorî wê jî divê em di aliyê wêjeyî de pêşengtiyeke xurt û rêxistinkirî bikin."