Navenda Çand û Hunerê ya Şehbayê sala nuh pîroz kir

  • 16:49 31 Kanûn 2020
  • Çand û Huner
ŞEHBA - Bi hatina sala nû re Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê şahiyek li navçeya Fafînê li dar xist. 
 
Bi hatina sala nû ya 2021'ê re Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Şehbayê bi beşdarbûna hemû sazî û dezgehên sivîl bi dirûşma "Çand hafizaya sereke di civakê de ye" şahiyek li dar xist. Hola şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Şahî bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. 
 
Paşê Rêveberê Komîteya Çand û Hunerê yê  Şehbayê Abdulezîz Kûse sersala hemû kesan pîroz kir û da zanîn ku ew di sala 2021'ê de hêvî dikin cihên ku ji aliyê dewleta tirk ve hatine dagirkirin rizgar bikin û di welatek azad û aram de bijîn.
 
Paşê çîrokek di derbarê çêbûna gerdûnê li gor her şaristaniyekê ji aliyê Endamê Komîteya Çand û Hunerê Ehmed Selem ve hate xwendin. Her wiha Abdulezîz Kûse stranek pêşkêş kir. Koma şehîd Birûsk a Şehbayê govenda xwe pêşkêş kir. Helbest ji aliyê Helbestvan Diyana Hisên û Ehmed Selemê ve hatin pêşkêşkirin. Piştre jî  Koma govendên erebî govenda xwe pêkêş kir. Herwiha lîstikek Şanoyek bi navê "Çîroka penaberekî" hate pêşkêşkirin. 
 
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.