Hinek Henek amadekariya sersalê dike

  • 09:02 28 Kanûn 2020
  • Çand û Huner
AMED - Bernameya Hinek Henek ku her hefte bi cûrbecûr mijaran ve tê pêşberî temaşevanan, amadekariya bernameya taybet a sersalê dike.
 
Bernameya Hinek Henek a ku ji skêcên henekên kurdî pêk tê, her heftÊ bi mijarek nû derdikeve pêşberê temaşevanan. Di skecan de 13 jê lîstikvanên bingehîn ên Şanoya Bajar a Amedê, Teatra Jiyana Nû, Teatra Mencel û Teatra Yekta Hêvî 18 lîstikvan dilîzin. Bernameya ku heta niha 11 beşên wê hatiye weşandin balekê mezin dikişîne ser xwe. Niha jî Hinek Henek amadekariya bernameyek taybet a sersale dike. Têkîldarî mijarê listîkvanên Hinek Henekê Rûgeş Kirici û Şîlan Alagoz ajansa me re axivîn.
 
‘Hêvî û xwestekek mezin ji bo Hinek Henekê heye’
 
Listîkvan Şîlan Alagoz diyar kir ku hêvî û xwestekek mezin li ser bernameya Hinek Henekê heye û wiha got: “Ew demek dirêj e ku em xebata bernameya Hinek Henek dikin. Me xebatên xwe di pêvajoya pandemiyê de li ser înternetê bi awayê Zoomê çêkirin. Gelek skêç ji me re hatin. Me wan skêçan jimart û dest bi xebatên wan kirin. Em di 15 rojan carekê hatin gel hev û 4 kom bi hev re xebatên xwe pêk anîn. Bi vî awayî skêçên xwe derdixin û weşana wan dikin. Niha jî ji bo serê sale bernameyek me ya taybet heye ku em amedekariya wê dikin. Gava ku me weşand, em bêtir li ser hûr bûn û aliyê temaşevan ve gelekî hat ecibandin. Ji ber vê jî me pêdivî dît ku ji bo sersalê bernameyek têr û tijî çêkin. Me dest bi amadekariya xwe kir û xebatên me bi kêfxweşî didomin. Em hêvî dikin ku temaşevan jî biecibînin û kêfxweş bimînin. Nirxandinên temaşevanan em li ser înternetê dinêrin. Bi piranî tiştên erenî heye. Me jî xwest hêviyên wan vala nehêlin. Em hêvî dikin ku sala nû ji bo me kurdan û ji bo mirovahiyê salekê pir xweş bibe.”
 
‘Bernameyek taybet a ku têde kêf, henek û çîrokên xweş henin’
 
Listîkvan Rûgeş Kirici jî axivî û anî ziman ku bernameyek tabet e ku têde kêf, henek û çîrokên xweş hene û wiha axivî: “Di her skêçan de mijar diguhere. Piranî tiştên civak û rojane ne. Ya rastî gelek skeç ji me re tên. Her hefte bi mijarek nû tê weşandin. Heya niha 11 beş me weşand. Bi rastî jî karek hem zehmet hem jî kêfxweş e. Niha jî em amadekariya sersale dikin. Bernameyekê taybet ku di têde kêf, henek û çîrokên xweş cih digirin hene. Di heman demê de ew ê hunermend û muzîkjenan jî tevlî wê bernameyê bikin. Formatekî tevlihev e ku hemû cûreyên hûnerê bi hev re dimeşe. Heta niha ku beşên hatine weşandin hin tîp û karakterên me yên di lîstikê de derketiye pêş. Ew tîp û karakterên me bi xwe jî amadekariya sersalê dikin. Çîroka wan bi xwe hene. Ez hêvidarim ku şevekê xweş derbas bibe û temaşevanên me kêfxweş bimînin. Sersala hemû kesan pîroz dikim.”