Rengîn Kardelen: Ezda çîrokek berxwedanê ye

  • 09:04 22 Kanûn 2020
  • Çand û Huner
AMED - Pirtûka duyem a nivîskar Rengîn Kardelen Ezda derket pêşberî pirtûkhezan. Rengîn ji bo pirtûka xwe ya wiha dibêje: "Çîrok û serpêhatiyên navborî jixweveqetîn û lixwevegera civakekê ye ku hêj jî didome. Ev çîrok romanek vejînê ya civakî ye ku di jiyana keçeke biçûk de hatiye honandin."
 
Nîvîskar Rengîn Kardelen piştî pirtûka xwe ya “Xaşxaş” pirtûka duyemîn ya bi navê “Ezda” derket pêşperî pirtûkhezan. Romana Ezda yê ku bi çavê jinek dilsoz qala çîrokek berxwedanê dike, dem û qonaxekê ya ku mirovên li Amedê dijîn qewîmiye. Nivîskar Rengîn Kardelen derbarê pirtûka xwe ya Ezda de ji ajansa me re nêrînê xwe anî ziman. 
 
Rengînê di despêka axaftina xwe de bal kişand ser atmosfera ku bûye sedema derketina pirtûkê û got: "Ne ez tene hemû welatî di heman pêvajoyê re derbas bûn. Hin ji wan bi têkoşînê navê xwe li rûpelên dîrokê yê zêrîn dan nivîsandin. Her kes wan nas dike. Lê hinek ji wan tevî dilsoziya xwe ya pak û berxwedana xwe ya bêemsal navên wan nehat bihîstin. Romana Ezda ji bo bîranînê wan kesan derbixe holê hatiye nivîsandin ku navên wan li tu deran nehatiye bilêvkirin. Wek pirtûka Maksim Gorki ya bi navê “Zanîngehên min” ku min di salên 90’î de xwendibû, min qeflek çîrokên jibîrbûyî ji cihê ku tê de veşartîbûn derxist û anî ber ronahiyê. Ji bo asoya xwîner firehtir bikim jî wek yên berî xwe bi berçavka dema ku têde bûm li bajarê zarokatiya xwe nêrî. Ji bo di bin reşahiya rabirdûyê de neminin, min anatomiya bajarekî qewîm anatomiya “zanîngeha xwe” Amedê kuçe kuçe xwend, xwînerên xwe lê gerand.”
 
'Çîroka berxwedanê Ezda'
 
Rengînê got romana Ezda çîrokek berxwedanê ye û romana xwe wiha pênase kir:  “Mezintirîn gencîneyan mirov bawerî û xwedîlêderketina berxwedana azadiyê ye ku ev bi sala ne di gelek bager û bablîsakan re derbas dibe. Ezda pênaseya jiyanê, zahmetiyên bindestiyê, qolinc û êşên zordestiyê bi atmosfera deme vedibêje. Başî û xerabî, dilsozî û ixanet, dilovanî û bêrehmî, xweşbînî û bawerhişkî ji gelek aliyan ve çîroka bajarekî/gelekî li hember polîtîkayên asîmîlasyonê têdikoşe di camekana dikanek biçûk ya pirtûkfiroşiyê re hatiye sêwîrandin. Ew bajar ez im. Ezda ez im. Ezda bîranînên qewîn dijwar in ku dema ez sere xwe datînim ser balfa raketine hiş û binhêşê min hêsîr dike û min li zarokatiya min digerîne. Bi salan ji bo bên nivîsandin ez niqurçandim û di atmosferek ji salan notî dijwartir xwe bi min dan nivîsandin û derketin holê. Ez di salên 90’î de keçek biçûk bûm. Ev çîrok serboriya wê keça biçûk e ku di kuçeyên Sûrê yê teng û dişibin labîrentan de bi teytokê dilîst. Ev çîrok bi dûketina jinekê ciwan ya xeyalên zarokatiya xwe ye ku hê jî qarwar û dengê zarokatiya wê de olan didin. Çirok û serpêhatiyên navborî jixweveqetîn û lixwevegera civakekê ye ku hêj jî didome. Ev çîrok romanek vejînê ya civakî ye ku di jiyana keçeke biçûk de hatiye honandin. Çîroka efsaneya gelekî ye ku mîna teyrê sîmurg xwe ji xweliya xwe vedijîne.”
 
'Ez bertekên meraq dikim’
 
Rengînê diyar kir ku wê di demên pêş de giraniya xwe bide li ser çîrokên wêjeya gelêrî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi pirtûka ewil 'Xaşxaş' re girseyeke hêja xwînerên min çê bibûn niha fêm dikim ku ew li gorî agahiyên weşanxaneya Lîsê ew 'Ezda' yê meraq dikin û dixwazin demildest wê bixwînin. Ez berhemê wek ked û xebatek ji dil dibînim lê serkeftina wê helbet li gorî hêla xwînerên wêjeya me ew ê diyar bibe. Ez bertekên xwîneran û têsîra pirtûkê pir meraq dikim. Piştî van kar û barên xwe dixwazim giraniya xwe bidim ser çîrokên wêjeya gelêrî. Niha nîşeyên xwe digirim qeydan dikim. Ew ê xebatên min yên vî warî kêrî romana min a ku ji zû ve li ser dixebitim jî çê bibe, lê ewil divê kelecana derketina 'Ezda' ji ser min here.”
 
Rengîn Kardelen kî ye?
 
Rengîn Kardelen li bajarê Amedê ya navçeya Sûrê hatiye dinê. Rengînê ku di zarokatiya wê di kuçeyên Sûrê û Amedê de derbas bûye di salên 90’de li rojnameya Ozgur Gundemê  de karê çapemeniyê kiriye. Rengînê di wan salan de ji gelek kovarên çandî re nivîs nivîsandiye. Piştî demekê ji ber nivîsên wê yên rojnamegerìyê hat sûcdarkirin û bi neçarî derketiye derveyî welat. Piştî wê li derveyî welat jî xebatên xwe re berdewam kir û di avakirina MED TV yê de cih girt. Niha jî endama PENKURD ê di komîteya Belçîkayê de cih digire.