'Bereketa bi keda destên jinê zêdetir e'

  • 09:01 17 Kanûn 2020
  • Çand û Huner
Rojda Seyidxan
 
QAMIŞLO - Fatma El-Abdullah a bi salan e lîfikan çêdike da zanîn ku keda destan pir bi wate ye û wiha got:"Çêkirina lîfikan yek ji çanda jinê ya kevnar e. Ji bo ku çanda me neyê jibîrkirin divê em têbikoşin û bidin jiyîn."
 
Jin bi keda destên xwe civakê bi rê ve dibe. Jin bi hezaran salan e çanda xwe ya kevnar berdewam dike û tiştên ku ji dayik û dapira xwe hîn dibin berdewam dikin. Çêkirina lîfikan yek ji çanda kevnar a jinê ye. Heta niha jin ji bo zarokê xwe ji sermayê biparêze ji ta cilên zivistanê û patîk çêdike. Jina bi navê Fatma El- Abdullah a ji bajarê Qamişloyê ye, 55 salî ye û bi keda destên xwe 45 sal in lifikan çêdike û bi vî awayî debara mala xwe dike. Fatma di derbarê çêkirina lîfikan de nêrîna xwe bi me re parve kir. 
 
'Ji bo çanda me zindî bimîne ez hînî zarokên xwe jî dikim'
 
Fatmayê di destpêka gotina xwe de behsa hînbûna xwe ya lîfikan kir û wiha got: "Ez hîn 10 salî bûm tiştên destan bala min dikişand, ji bo wê di wî temenî de ez hînî çêkirina lîfikan bûm. Ev 45 sal in ez lîfikan bi destê xwe çêdikim. Her wiha ji cîran û mirovên xwe re jî çêdikim. Ez li malê lîfikan çêdikim û li gor daxwaza kesan jî çêdikim û wiha dabara xwe û malbata xwe bi rê ve dibim. Her wiha ez çêkirina lîfikan hînî zarok û xwişkên xwe jî dikim, da ku çanda me herdem zindî bimîne û berdewam bike. Piştî ku ez lîfikan çêdikim dibim bazara mezin a Ezrayê ya bajarê Qamişloyê difroşim."
 
'Ez bi tayê rîs lîfikan çêdikim'
 
Fatmayê di dewama gotina xwe de çêkirina lîfikan wiha anî ziman: "Amûrên pêwist a lîfikan rîs, teşî û tix e. Di destpêkê de ez tayê rîs dikirim û ta bi ta ji hev cuda dikim. Paşê bi teşiyê ew tayê rîsan çêdikim. Piştî ku tayê min amade dibe ez dest bi çêkirina lîfikan dikim. Niha qeyrana aborî li Sûriyeyê heye, rêjeya her tiştî gelek buha bûye, ji bo wê bandor li jiyana me dike. Ji ber buhabûna dolarê ez zû bi zû tayê rîs peyda nakim ji ber rêjeya wê gelek buha ye. Dema rîs bibînim yekser dikirim da ku debara mala xwe bi rê ve bibim, ji ber sûdeke baş li min û zarokên min dike."
 
'Bereketa bi keda destên jinê zêdetir e'
 
Fatmayê herî dawî diyar kir ku ew ê her dem xwedî li çanda xwe derkevin û wiha bi dawî kir: " Çêkirina lîfikan jî çanda jinê ya kevnar e û ji bo ku çanda me nehele em her dem xwediyê çanda xwe derdikevin û di jiyanê de didin jiyîn. Pergalê wiha li me kiriye ku her tiş bê ked û bi pere difroşe, lê ji bo ku em ji wê pergalê bandor nebin divê em giranî bidin keda destan. Ez niha jî hemû zarok û cîranên xwe hînî çêkirina tiştên destan dikim da ku bi keda destên xwe bijîn. Tiştên ku bi destên jinê tê çêkirin bereket tê de heye û manewiyata ku dide pir bi wate ye. Bereketa bi keda destên jinê zêdetir e. Divê hemû dayik giraniyê bidin tiştên destan û zarokê xwe jî hîn bikin da ku çanda me neyê jibîrkirin."