Şanoya Bajar a Amedê bernameya xwe ya Mijdarê aşkera kir

  • 13:27 29 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
AMED - Şanoya Bajar a Amedê, dê bi lîstika “Heme Hema Jin Elîzabeth” a nivîskarê îtalî Darîo Fo ku ji aliyê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve lîstika wî ya “Bêrû” hatibû qedexekirin, bernameya xwe ya meha Mijdarê bide destpêkirin.
 
Şanoya Bajar a Amedê, amadekarî dike ku bi lîstika nivîskarê îtalî Darîo Fo ku ji aliyê Qeymeqamiya Gazîosmanpaşaya Stenbolê ve lîstika wî ya “Bêrû” hatibû qedexekirin, bernameya xwe ya meha Mijdarê bide destpêkirin. Şano wê li Amedê,  bi lîstîka ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’ a Darîo Fo perdeyên xwe veke. 
 
Bernameya meha mijdarê ya Şanoya Bajar a Amdê Amedê wiha ye:
 
"*6’,7,12, 13, 14,19 û 20'ê Mijdarê ‘Heme Hema Jin Elîzabeth’, 
* 27-28'ê Mijdarê jî bi i lîstika  'Xwezgînî' berdewam bike."