Di projeya 'Karên Hevpar' de 15 jin cih digirin

  • 09:02 14 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
 
AMED - Bi hevkariya Metal Kollektîf û A4 Atoyeyê projeya bi navê ‘Karên Hevpar' hat destpêkirin. Hediye Yaşar a ku di projeyê de cih digire got: “Bi peykeran me xwest em rewşa jinên koçber bidin xuyakirin. Em ê di meh mijdarê de jî pêşengeha xwe vekin.”
 
Bi hevkariya Metal Kollektîf û A4 atoyeyê projeya bi navê ‘Karên Hevpar' hat destpêkirin. Projeya ku pêşdîtina wê hat kirin, li ser mijara jin û koçberiyeyê. Di vê projeye de 15 jinên ku cih digirin cûr bi cûr karan de dixebitine û her wiha ne hunermendin. Lê bi saya vê projeyê xwe di hunerê de dibînin û hilbêrîna xwe derxînin holê. Pêşengiya vê projeye dê meha mijdarê de bê nîşandan. Derbarê projeye de Hediye Yaşar a ku di vê xebatê de cih digire ajansa me re axivî.
 
Hediye, di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser armanca projeya bi navê ‘Karên Hevpar' û wiha axivî: "Ez 9 sal in karê hunerê dikim. Di 2017’an de mi pêşengehek şexsî vekir. Di pêşengehê de mijara xebatên min ‘Jin’ bû. Ev xebat pir bal kişand û bi wî awayî me xwest berdewamiya van xebatan bînin. Niha jî xebata ku em çêdikin li ser mijara di koçberiyê de jin e. Me di vê xebatê de xwest tenê peykerên jinan çêkin. Ji ber ku heke me ji zilaman fîgur çêbikira wek leşker xuya dikirin. An jî heke ji zarokan çêkirina hinek hestiyarî xuya dikir. Ji ber vê yekê me xwest di vê mijarê de peykerên jin bikar bînin. Me armanc kir ku rewşa koçberên jin bînin ziman." 
 
‘Di projeyê de 15 jin cih digirin’
 
Hediye, da zanîn ku di projeya Metal Kollektîfê de 15 jin cih digirin û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Jinên ku di karên cuda de dixebitin ne hunermend bûn. Piştî pêşengiya vê xebatê de em bi atolyeya A4 re ketin têkiliyê. Her wiha di çarçoveya vê projeyê de berhemên ku derketin holê em ê bifroşin. Dahatên wê jî em ê bidin komeleyê û weqfên koçberiyê. Em naxwazin ev proje bibe ya kesan. Di serî de em bi hevalên xwe axivîn û kom bûn. Ji bo projeyê me gelek civîn li dar xist. Helbet di vê projeyê de em bi pirsgirêkên aboriyê re jî rûbirû man. Piştî ku me malzemeyên xwe kom kir kesên ku derfetên wan hebin dihatin li atolyeyê xebatên xwe dikirin. Her wiha tişta herî girîng jî em peykerên xwe bi malzemeyên ku kêrnehatî û yên ku hatine avêtin çêdikin."
 
‘Dê meha mijdarê de pêşangeh bê vekirin' 
 
Hediye di dawiya axaftina xwe de li ser pêşerojê axivî û got: "Me peykerên xwe salek beriya niha amade kiribûn. Lê belê ji ber vîrûsa koronayê me karê xwe taloq kiribû. Em niha hewl didin ku di meha mijdarê de pêşangehê vekin. Proje bi destkeftiyên jinan pêk hat. Jin di dîrokê de her tim ji aliyê estetîk û hilbêrînê xwedî rolekê girîng girt lê tu carî ev tişt xuya nekir. Me bi vê xebatê xwest wan tiştan derxin holê û pêşkeşî raya giştî bikin. Di pêşerojê de jî em wek metal kollektîfê proje û xebatên xwe dixwazin bidomînin.”