‘Îhmalkirina ziman tê wateya mirina ziman jî'

  • 09:02 13 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
AMED - Lêkolîner Netîce Altun diyar kir ku ziman perçeyek çandê ye û got: "Dewlet zimanê ku heyî nabînin, îhmal dikin, ji bo perwerdeyê jî piştgirî nadin û dibin sedema mirina zimanan." 
 
Çand û ziman her tim bûne hedefa dewletên serdest. Dewlet ji bo serdestiya xwe di serî de hewl dide ku ziman ji holê rake û serî li rêbazên bişaftinê dide. Dema perwerdê tunebe, kes bi zimanê xwe ne axife ev ziman dê ber bi windabûnê ve biçe. Lêkolîner Netîce Altun derbarê dejenerasyona çand û ziman nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir. 
 
Netîce di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser hedef girtina çand û ziman û got: "Qirkirina çandê tê wateya ji holê rakirina çanda netewekî. Amûrên weke ziman,  pirtûk, cilê û berg, huner, mûzîk û her tiştên ku çandekê zindî dikin xwedê rengekê wê çandê ne. Ziman bi awayekî çandî derbasî  nifşan dibe. Çand jî bi rêya ziman derbasî nifşên nû dibe. Ziman perçeyek çandê ye û bi sembolan çandê temsil dike. Dewletên dagirker ji bo tunekirina ziman û çandê êrîşê herduyan jî dikin. Lê bi taybetî, ji ber rola xwe ya girîng, hêza xwe ya êrîşkar zêdetir li ser kuştina ziman bikar tînin. Dewlet ya zimanan nabînin, wan îhmal dikin, ji bo perwerdeya wan piştgirî nadin û dibin sedema mirina wan. Yan jî êrîş dikin, qedexe dikin diguherînin û di kuştina wan de rolek aktif digirin.”
 
‘Fem dike lê nikare biaxife' 
 
 Netîce destnîşan kir ku niha li hemberî zimanê kurdî oto-asîmilasyonek heye û wiha axivî. “Ji bo kurdan tiştê herî girîng dewlet bere biserketibû biçûkxistin û qedexe, cezakirina zimanê kurdî bû. Heya cihekê kurd asîmîle bûn lê piştî ku şiyar bûn êdî ketibûn rewşa xwe-asîmîlekirinê û rewşek dijwartir dest pê kiri bû. Niha hejmarek kurdan ya mezin ji zimanê xwe fêm dike lê nikare biaxive, hejmarek  kurd qebûl dike lê hewcedariya ziman û çandê nabîne, girseyek mezin jî di axaftina xwe de pir zede peyvên tirkî bi kar tîne û heta piştî demekê tirkî diaxife. Grûbek biçûk jî bi kurdî diaxive zarokên xwe jî bi kurdî perwerde dike.”
 
‘Perwerde guhertinekê ava bike’
 
Netîce wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber hinek sedeman li hemberî van polîtîkayên tuneker û kujer, divê kurd spasdariya çand û zimanê xwe bikin ku hê jî li ser piya ne. Hejmara kurdan ji bo tunekirina çanda wan pir zêde ye. Ne tene di nava sînorên yek dewletekî de ne û ji ber vê yeke jî tundî û zordariyan demên cuda cuda de dijîn. Weke li jor min anîbû ziman gruba ku hay ji xwe hene û zarokên xwe bi çand ziman û hunera xwe mezin dikin xwedî li kurdî derdikevin. Teknolojî heya cihekê kontrol ji deste dagirkeran digre û ji bo belavbûna çand, huner û zimanê kurdî rolek mezin digire. Xebatên li ser zimanê kurdî hatine merhaleyek ku êdî pêşî lê nayê girtin. Pirtûkxane bên şewitan jî pirtûk li hin deran veşartîne û benda roja xwe ne. Wek kesan axaftin û bikaranîna ziman a li her derê, derbaskirina ziman û çanda kurdî ya nifşên nû, wek pergal jî ewil perwerdeya bi zimanê dayikê  dikare demek pir kin de guhertinek bêhempa ava bike."