Yekemîn pêşengeha hunera şêwekariyê hat vekirin

  • 12:35 12 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - Bi dirûşmeya "Sînor ji afrîneriya mamoste re nîne" Yekîtiya mamosteyên Kantona Qamişloyê yekemîn pêşengeha hunera şêwekariyê vekirin. 
 
Yekîtiya mamosteyên Kantona Qamişloyê bi dirûşmeya "Sinor ji afrîneriya mamoste re nîne" yekemîn pêşengeha hunera şêwekariyê ya mamosteyan li navenda  Çand û Hunera Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê vekirin. Pêşengeh ji wênexêzên 40 mamosteyan û bi tevlîbûna hemû mamoste û rêveberiyên dibistanê pêk hat. 
 
Dêriyê pêşengehê ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik ve hat vekirin. Paşê hemû mamoste derbasî hola pêşengehê bûn û li wênexêzan temaşe kirin. Girêdayî pêşengehê Yekîtiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nesrîn Reşik nêrîna xwe parve kir. 
 
Nesrîn pêşengehê wiha nirxand: "Bi navê Yekîtiya Mamosteyan me îro pêşengehek hat vekirin. Wênexêzên ku derbasî vê pêşengehê bûne hunera mamosteyan derdixînin pêş. Mamoste jî bi hunera xwe afrîneriya xwe derdixînin pêş. Me pêwistî dît ku em divê pêvajoya hesas de pêşengehek wiha hat vekirin. Ji ber mamoste ewin ku tiştên rast hînî nifşên pêşerojê dikin. Armanca me ji vê pêşengehê bi destpêkirina sala nû ya xwendinê em morelekê ji mamosteyan re çêbikin. Mamosteyên ku îro tabloyên xwe anîne vê pêşengehê di heman demê de ruhekê wiha di nava xwendevanan de jî ava dikin. Li ser vê esasî bi wê ruhê hunera xwendevanan jî derdikeve pêş. Divê herdem pêşengehên wiha di nava civakê de werin pêşkêşkirin."
 
Tê payin ku dê pêşengeh sibê bi dawî bibe.