‘Ji camên kêrnehatî û hatine avetin berhemên nû di afirîne'

  • 09:06 11 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
AMED - Hunermend Sîbel Ahmetler 20 sal in bi camên şikestî û yên ku hatine avêtin berhemên nû diafirîne. Sîbel, diyar kir ku cam di her qada jiyanê de heye û got: "Ji camên kêrnehatî û hatine avêtin ji bo min pir bi qiymet e, ez wan caman vediguherinîm berhemên cuda. Ev tişt feydeyê dide xwezayê jî. Ez dixwazim pêşengeha berhemên xwe vekim." 
 
Jinên ku di qada hunerê de cih digirin li gorî hest û ramanê xwe şekl didin berhemên xwe. Yek jî wan Sîbel Ahmetler e. Sîbel nêzî 20 sal in bi karê hunerê ve mijûl dibe. Sîbel 6 sal beriya niha ji Eskîşehîrê berê xwe daye Amedê. Li Amedê niha atolyeyek vekiriyê û bi xebat û berhemên xwe tê nasîn. Sîbel camên ku şikestî û hatine avêtin kom dike û carekî din dinexşîne û berhemek nû derdixe holê. Derbarê kar û barê xwe de ji ajansa me re axivî.
 
‘Di hişê min de hertim tiştek cuda hebû’
 
Sîbel anî ziman ku li ser hunera camê gelek teknîkan bikar aniye û ev tişt got: “Piştî ku ez ji Zanîngeha Înonu yê Maletiyê mezûn bûm ez bi camê re eleqedar bûm. Lê bi demê re ji xeynî camê alavên din jî ji bo hunera xwe bikar anî. Li zanîngehê bi giştî perwerde dihat dayîn lê di hişê min de her tim tiştek cuda hebû. Hunera xwe ya camê bi demê re min li pêş xist. Ji ber ku derfetên me zêde têrî nedikir, di teknîkên camê de bi piranî li ser fûzyon û pêvedanînê xebitim. Min li ser van teknîkan gelek ked û xebat da û niha hatim vê astê.”
 
‘Ligel pirsgirêkan min dev jî hunera xwe berneda' 
 
Sîbel diyar kir ku kesên ku bi karê hunerê ve mijûlin her tim têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di destpêkê de min ew qas piştgirî nedît. Hem ji ber xebata min a hunerê hem jî ji ber ku ez jin bûm nerînên neyînî li ser min hebûn. Her wiha mixabin qîmeta hunerê ew qas nayên zanîn. Ango hêsan tê dîtin. Ji ber vê sedemê hunermendan her tim ji bo ku hunera xwe li pêş bixin dikevin hewldanê. Wekî her hunermendan ez jî pirsgirêkan re rûbîrû dimînim. Lê bawerî û hezkirina min a li ser hunerê tu car nehişt ku ez dev jê berdim. Hunera min bê qebûl kirin û neyê qebûl kirin jî ez dixwazim li Amedê hunera min bê hezkirin." 
 
‘Feydeya min ji xwezayê re jî çêbû' 
 
Sîbel di heman demê de bal kişand li ser hunera xwe ya veguherîna paşde û ev tişt anî ziman: “Cam di her qadên jiyanê me de heye. Lê dema ku cam kêr neyê, davêjin erdê. Di vê xalê de jî ez dikevim devre. Ji ber ku dema wan caman diavêjin ez xemgin dibim û li ser van difikirim ku wê çawa bikêr bîxim. Ji xwe ez karê camê dikim û dema min li derve nerî li her dere cam heye. Min jî got ez ê çima wan caman bikar neyinim û bi wî awayî dest bi hunera veguherîna paşde kir. Feydeya min hem ji xwezayê re çêbû hem ji bo xebatê xwe re hem jî ji bo derdorê. Ev tişt jî min zêde kêfxweş kir.”
 
'Ez dixwazim pêşengehek vekim' 
 
Sîbel bilêv kir ku karê wê hêj nû ye lê bi demê re dixwazin xwe bigihîne gelek deveran û wiha axivî: “Ji bo naskirina karê min 2 sal pêwist be. Di heman demê de di Ensititûya pêşvebirinê de dixebitim. Bi wî awayî aliyê aboriyê de ji min re dibe alikar û pêdiviyên xwe yên malê tînim cih. Ez dizanim ku karê min ne hêsan e lê hewldana min a ji bo pêşxistinê jî heye. Li Tirkiyeyê nerîna li ser hunere li gorî herêman diguhere. Hêviyên min ew e ku ez pêşengeha hilberînên xwe vekim. Her wiha dema berhemên xwe difrojim jî ji bo ajalan xwarin distinîm. Ew jî min kêfxweş dike. Çi dibe bila bibe divê mirov tiştên ku jê hez dike bike. Ev xweza ne tenê ji bo mirovan e ji bo nebat û ajalan jî ye.”