'Mîhrîcana Amara' 16'ê Cotmehê dest pê dike

  • 09:04 5 Cotmeh 2020
  • Çand û Huner
Rûperîn Elî 
 
ŞEHBA - Rêvebera Komîteya Amadekar a Mîhrîcana Amarayê, Eyşe Hûsên û Endama Koma Stranan Hêva Hemdo behsa amadekariyên xwe yên ji bo mîhrîcanê kirin û gotin: "Ji ber ku çanda mirov nasnemeya parastinê ye, bi nêzîkbûna Mîhrîcana Amarayê re em prova û amadekariyên mîhrîcanê dikin."
 
Bi nêzîkbûna lidarxistina 1'emîn Mîhrîcama Amarayê re ku bi armanca parastina çanda Şehbayê û danasîna wê ji civakan re wê bê lidarxistin, amadekarî û provayên stran, govend, helbest û şanoyê li navenda Çand û Hunerê ya Navçeya Fafînê ku girêdayî Kantona Şehbayê didomin. Derbarê mijarê de Rêvebera komîteya amadekar a mîhrîcanê, Eyşe Hûsên û Endama koma stranan Hêva Hemdo ji ajansa me re axivîn û behsa amadekariyên xwe kirin.
 
'Divê em çanda xwe biparêzin'
 
 Rêvebera komîteya amadekar a Mîhrîcana Amara Eyşe Hûsên di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya parastina çandê û wiha got: "Çanda mirov nasnameya mirov e û divê bê parastin. Dijmin dema êrîşî cihekî dike armanca wî ya yekem têkbirina çanda mirovan e. Ji bo wê pêwiste her pêkhate xwedî li çanda xwe derkeve û herdem biparêze. Bi parastina çandê re dîroka civakê dewlemend dibe û yên ku parastina vê çandê esas digirin jî jinin. Ger ku çand ji aliyê dayikan ve neyê parastin wê demê nasname, nirx û hebûna wê civakê tê helandin û bi êrîş lê tê kirin."
 
'Mîhrîcan hemû pêkhateyan hembêz dike'
 
Eyşeyê diyar kir ku ew niha amadekarî û provayên mîhrîcanê dikin, wê mîhrîcan di 16'ê cotmehê de dest pê bike wiha berdewam kir: "Niha em ji bo mîhrîcanê amadekariyê dikin. Wê ev mîhrîcan hemû pêkhateyên ku li Kantona Şehbayê ne hembêz bike. Ev jî gaveke dîrokî ye. Ji bo wê amadekarî û provayên me didomin. Di mîhrîcanê de çanda pêkhateyên kurd, ereb û tirkmen bi hev re dê bê nîşandan û bi vê re em ê girêdana van pêkhateyan a bi hev re ji herkesî re nîşan bidin. Her wiha di mîhrîcanê de nêzî 70 endam cihê xwe digirin û piraniya wan jî jinin. Wê mîhrîcan di 16'ê Cotmehê de destpê bike û wê 3 rojan berdewam bike." 
 
'Provayên me bi ruhê komunal berdewam dikin' 
 
Her wiha Endama Koma stanan a Tevgera Çand û Hunerê y Kantona Şehbayê Hêva Hemdo jî derbarê mîhrîcanê de wiha got: "Ev cara yekem e em weke şêniyên Şehbayê amadekariya mîhrîcanekê bi vî awayî dikin. Her wiha armanca vê mîhrîcanê parastina çanda gelan e.  Ji bo wê em bi kêyfxweşiyek mezin tevlî dibin û em dixwazin mîhrîcana me pir xurt derbas bibe. Em ê bi rêya vê mîhrîcanê çanda xwe ji hemû pêkhateyên li ser vê erdnîgariyê re bidin nasîn. Em niha provayên mîhrîcanê dikin û ev prova jî bi ruhê komunal pêk tên. Mirov bi çanda xwe hene ji bo wê em nahêlinin tu kes çanda me bihelîne û çanda me winda bibe."