'Me xwest di Mîhrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş'

  • 11:01 24 Îlon 2020
  • Çand û Huner
Ferîda Zade
 
ŞEHBA - Jinên ciwan ên ku tevlî mîhrîcana Lêlûn a Neteweyî bûne rol û hebûna xwe di mîhrîcanê de derxistin pêş û gotin: "Me xwest rolek me di hundir mîhrîcanê de hebe ji bo vê me xebata disiplînê hilbijart da ku em parastina gelê xwe bikin. Me xwest di Mîhrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş." 
 
Bi pêşengtiya Komîna Sînama ya Avrîn mîhrîcana Lêlûn a Neteweyî di 21'ê Îlonê de li kampên Serdem û Berxwedanê dest pê kir û  bi pêşkêşkirina filimên cur bi cur didome. Jinên ciwan ên ku beşdarî Mîhrîcana Lêlûn bûne derbarê rol û hebûna xwe ya di mîhrîcanê de bi ajansa me re parve kirin.
 
'Me xwest di Mîhrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş'
 
Ji Rêveberiya Komîteya Disiplînê, Dilîvan Reşîd derbarê xebatên xwe ya di mîhrîcanê de anî ziman û got: "Wek jinên ciwan me nexwest normal tevlî mîhrîcanê bibin. Me xwest rol û hebûna me jî di vê mîhrîcanê de jî hebe lewma me karê disiplînê xwest. Me xwest di Mîhrîcana Lêlûn de rola jinê derkeve pêş. Em ne tenê filimên kurdî pêşkêş dikin. Nêzî ji 150 dewletan filim di hundir mîhrîcanê de li kampa Serdem û Berxwedan ji gel re tê pêşkêşkirin. "
 
'Karê disiplînê di mîhrîcanê de hat hilbijartin'
 
Kênc Xemîs jî bal kişand ser girîngiya lidarxistina mîhrîcana Lêlûn a Neteweyî ya li ser xaka Şehbayê û wiha got: "Yekemîn car li ser xaka koçberiyê mîhrîcana Lêlûn a Neteweyî tê lidarxisitin. Ev cihê pêşketin û moral e. Me wek jinên ciwan karê dîsiplînê di mîhrîcanê de hilbijart ji bo parastina gelê xwe. Em ji demjimêrê 7'ê êvarê heta 10'an tevlî mîhrîcanê dibin. Em bi hêvî ne ev mîhrîcan bi serkeftî derbas bibe. Mîhrîcana Lêlûn ji bo gelê Efrînê gelek girîng e."