Berhema Apê Mûsa bû stran

  • 15:24 20 Îlon 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermenda Kurd a operayê Pervîn Çakar, berhema Apê Mûsa a bi navê “Qimil” kir stran û bi boneya sedsaliya wî belav kir.
 
Hunermenda Kurd a operayê Pervin Çakar, berhema rewşenbîr Apê Mûsa (Musa Anter) a bi navê “Qimil” kir stran. Berhema bi boneya sedsaliya Apê Mûsa hat çêkirin, di platformên dijital de hat belavkirin. Hunermenda Kurd Tara Jaff jî bi arpa xwe piştgirî da berhema  Pervîn Çakar.