Jinên ciwan ên Başûr dest bi çalakiyên hunerî dikin

  • 10:30 10 Hezîran 2020
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê bide hunera ciwanan û bide nasîn, li seranserê Başûrê Kurdistanê dest bi karê hunerî dike.
 
Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi dirûşmeya, "Di çavê jinên ciwan de jin û Kurdistan" li Başûrê Kurdistanê dest bi pêşangeha wêneyan dike.
 
Bernameya pêşangehê wiha ye:
 
* Çemçemal: 14 û 15'ê Hezîranê li Kafeterya Kulturî
 
* Silêmaniye: 16, 17 û 19'ê Hezîranê li Family Moll, Majdî Moll û li Caddeya Salim (Seholeka)
 
* Helebcee: 18'ê Hezîranê li Baxê Giştî
 
Di vê çarçoveyê, wêneyên jinên ciwan ên ji gelek herêman wê li pêşangehê bên nîşandan.