Jinên ciwan ên Başûr dest bi çalakiyên hunerî dikin 2020-06-10 10:30:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê bide hunera ciwanan û bide nasîn, li seranserê Başûrê Kurdistanê dest bi karê hunerî dike.   Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer, bi dirûşmeya, "Di çavê jinên ciwan de jin û Kurdistan" li Başûrê Kurdistanê dest bi pêşangeha wêneyan dike.   Bernameya pêşangehê wiha ye:   * Çemçemal: 14 û 15'ê Hezîranê li Kafeterya Kulturî   * Silêmaniye: 16, 17 û 19'ê Hezîranê li Family Moll, Majdî Moll û li Caddeya Salim (Seholeka)   * Helebcee: 18'ê Hezîranê li Baxê Giştî   Di vê çarçoveyê, wêneyên jinên ciwan ên ji gelek herêman wê li pêşangehê bên nîşandan.