Şanoya Bajêr a Amedê bi piştevaniyê tê nûkirin

  • 11:16 9 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Tecrûbeyeke 20 salan a Şanoya Bajêr a Amedê heye û 3 sale jî xebatên xwe wekî 'Şanoya Taybet' didin meşandin. Lîstîkvana Şanoya Bajêr a Amedê Berfin Emektar diyar kir ku niha ji bo gel ciheke alternatif avadikin got: "Em cihê xwe ya nû bi piştevaniya temaşevanên xwe û bi kampanyayên rengîn avabikin."
 
Lîstikvanên Şanoya Bajêr a Amedê ku di bin banê Şardariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe didan meşandin piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, li cihê ku wekî alterandîf vekirin xebatên xwe berdewam dikin.  Ji lîstikvanên şanoyê Berfîn Emektar, projeyên xwe ji ajansa me re vegotin.
 
'Em û temaşevan hev fam dikin'
 
Berfînê diyar kir ku du hem in wan dest bi serdema nû kirine, di nava vê demê de hemû lîstikên ku lîstine bi eleqeyeke meizn a gel hatine pêşwazîkirin û wiha berdewam kir: "Êdî li Amedê temaşevanên şanoyê û rexnegirên wê gelek zêde ne. Em jî heta ji destê me tê dixazin bibin bersiv ji bo wan û vê asta ku şano hatiyê biparêzin.  Em şanogeriyê ji bo gel dikin û ecibandina gel ji bo me gelek girîng e.  Gelek karên ku li ser navê hunerê tên kirin û bi kêrî tutekî nayên hene.  Em û temaşevan êdî hev fam dikin. Ev jî xwedîderketinekê çêdike. Me bernameya xwe ya meha Kanûnê aşkera kir.  Lê gel vê xwndin û provayên me berdewam  dikin. Hem projeyên me derbarê lîstikên zarokan û hem jî derbarê lîstîkên ji bo mezindan de hene.  Di nava komê de wekî jin em lêgerîneke me ji bo lîsta jinan jî heye."  
 
'Em şanoyeke turneyê ne'
 
Berfîn anî ziman ku ew di heman demê de şanoyeke turneyê ne , bi qasî ku li Amedê derdikevin ser dikê li Êlihê jî derdikevin ser dikê û got ku ew ê di 12'ê mehê de li Rihayê sî derkevin ser dikê. Berfîn wiha berdewam kir: "Di hefteyên borî de em bi zarokên li gundê Sûrê û yên li Sûrê re hatin gel hev. Em ê van xebatên xwe berdewam bikin. Ji bo me çûna her cihekî Kurdistanê gelek girîng e.  Em her sal bi awayê rêk û pêk li gelek bajarên Tirkiyeyê jî derdikevin ser sahneyê. Girseyeke mezin a Şanoya Kurd heye." 
 
'Divê cihên alternatîf hebin'
 
Berfînê diyar kir ku li Ameda herî kêm milyon û nîvek mirov lê heye hemû xebatên xwe li saloneke ku 83 kesan digire nav xwe dikin û got ku salona lê xebatên xwe dimeşînin têra wan nake. Berfîn diyar kir ku ew ji ber vê ji bo xwe li cihekî cuda digerin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em ê vî cihê xwe yê nûh di heman dem ê de bi piştevaniya temaşevanên xwe û bi kampanyayên cur bi cur ku li dar bixin çêbikin. Ev cih ji bo me gelek girîng e  ûem gelek bi kelecan in. Me berî niha bi 3 salan jî şanoya taybet ava kir.  Li bajarekî ku ji bo şanoyê eleqe zêde ye şanoyên tayebt  û dikên alternatîf tune ne. Li vî baarî dema ku rêvberiya xwecihî di destê kurda de bû ji bo çand û hunerê xebatên giranbuha hatin kirin û razemeniyeke zêde hat kirin. Lê ev navendên kongreyê û dikên ku hatin avakirin bi rêya qeyûman desteser kirin. Lê em nikarin bibêjin ku cihê me hat xespkirin û em ê rûnên.  Em mecbûrê ku cihên alternatîf ên gel xwe aîdî wan hîs bike ava bikin. Wê Şanoya Bajêr a Amedê jî cihekî wiha be.  Wê tenê ne dika şanoyê, bibe navenda konserekê û pêşangehekê jî. Divê li vî bajarî her kes piştgiriyê bide avakirina navendên hunerê."
 
'Me xebata bi qeyûm re red kir'
 
Berfîn anî ziman ku cihê wan hatiye xespkirin û got ku avakirina cihekî nû nayê wateya ku ji qadên din vekişiya ne. Berfînê diyar kir ku wan nexwestine bi qeyûm re bixebatin  û got ku ev helwesteke polîtîk e.  Berfînê diyar kir ku qeyûm bi îradeya gel nehatiye ji ber wê jî xespkirin heye û cihên ku xest jî kirine cihên wan in û wiha berdewam kir: "  Li hemû derê keda me heye û xediyên wan qadên ku hatine xespkirin jî em in.  Helbet em ê rojekê li wan qadan vegerin. Lê em dixwazin ku cihên alternatîf ên biçûk jî hebin. Amed bajarê çandê ye û potensiyeleke bi vî rengî lê heye. Vî bajarî titekî hindik nedîtiye lê ne di warê xwedîderketina li çandê de û ne jî di warê temaşevanan de pirsgirêk tune ye. "
 
'Divê malbat zarokên xwe ji bo lîtikên kurdî temaşe bikin bînin'
 
Berfînê diyar kir ku çanda kurd bi asîmîlasoneke mezin re rûbirû maye û ev jî xeteriyeke mezin bi xwe re tîne. Berfînê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo ku mirvo li çand û zimanê xwe xwedî derê huner girîng e.  Divê bi taybetî malbat zarokên xwe ji bo temaşekriina lîstikên kurdî bînin şanoyê.  Dema ku zarokê ziman li qada cemawariyê nebînin nizanin ku wê çawa bi kar bînin. Lê dema ku li ser dikê bê lîstin temaşe bikin tiştekî gelek cuda ye. Ji ber wê divê malbatên kurd bi taybet zarokên xwe bînin ku li lîstikên ji bo zarokan ên krudî temaşe bikin. Hemû dibistanên dewletê zarokên me dibin şanoyên dewletê yên bi tirkî. Lê ev jî aliyê asîmîlasoynê yê din e."