'Min rastiya Efrînê nivîsand'

  • 09:31 8 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Sozda Oremar
 
ŞEHBA - Zarokê bi navê Xelîl Mûse bi temenê xwe yê ciwan û bi pênûsa xwe Efrîn anî ziman. Xelîl sê pirtûkên bi navê 'Berî şer jiyana xwezayî', 'Dema şer hovîtiya ku hat jiyîn' û 'Hatina Şehbayê' bi hêstên xwe yê pak anî ser rûpelên lênûskê. 
 
Xelîlê ciwan ê 15 salî ji gundê Remedan ê girêdayî navçeya Şiyê ya Kantona Efrînê ji dayik bûye. Zehmetiyên ku divê temenî de jiyaye û bûye şahidê gelek bûyerên bi êş parve dike û wiha dibêje: "Ez bûm şahîdê êş û zehmetiyên ku gel jiyaye, bi rêya van pirtûkan min xwest êş û zehmetiyan bixim mala dîrokê."
 
'Min rastiya Efrînê nivîsand'
 
Xelîl di destpêkê de armanca nivîsandina pirtûkên xwe dike û wiha dibêje: "Dewleta tirk bi hevkariya Rûsya êrîşî Efrînê kir. Bi balafirên şer êrîşî gelê sivîl kir û bi awayêk herî hov bombe li ser gel barand. Beriya niha min helbest dinivîsand, lê piştî dagirkeriya Efrînê min pirtûkê xwe yê bi navê 'Rastiya Efrînê' nivîsand. Sê beşên vê pirtûkê hene û di her sê beşên xwe de sê mijarên sereke yên bi navê 'Berê şer jiyana xwezayî' me bi dest girtin û 'Dema şer hovîtiya ku hat jiyîn' divê beşê de herî zêde min hovitiya dewleta tirk a li ser zarokan nivîsand. Di beşê dawiyê de 'Hatina Şehbayê' min herî zêde berxwedana gel li hember zor û zehmetiyan nivîsand."
 
'Zarok bûn armanca topên dewleta tirk'
 
Xelîl bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ku heta vê kêliyê jî dewam dike û wiha pê de çû: "Piştî gel li Efrînê koçber bû û berê xwe da Kantona Şehbayê hîn jî ji dagirkeriya dewleta tirk xilas nebû. Di 2'yê kanûnê de li Til Rifetê êrîşek pêk hat û zarok hatin hedefgirtin. Car din gel û zarokên Efrînê bûn armanca topên dewleta tirk."
 
'Em yekbûna xwe ava bikin'
 
Xelîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bangawaziya min Gelê Kurd ew e ku em bibin yek û li hember dagirkeriyê bisekinin. Di her welatekî de gel bi azadî, ziman û çanda xwe dijî. Tenê em rastî ewqas hovîtî û bê mafî tên. Dema zarokek li cîhanê rastî kuştinê tê, hemû dewlet helwestên xwe tînin ziman û dixin pratîkê, lê di komkujiya li Til Rifetê de herkes bê deng ma. Li beramberî bê mafiyê cîhanê divê em yekbûna xwe ava bikin. Eger saziyên mafên mirovan hene bila bi wijdanê xwe hebûna xwe diyar bikin."