Selda Kaya bi helbestên xwe wêrektiya xwe tîne ziman

  • 09:12 7 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Selda Kaya ku di temenê biçûk de hat zewicandin û rastî şîdeta sîstematîk hat, bi helbestên xwe jiyana wê zindî bû û têkoşîna xwe meşand. Seldayê diyar kir ku ew wek helbestkarek jin ji gotinên xwe tawîz nade û got wan bi têra xwe zextên dewlet, mêr, bira û hevjîn jiyane.
 
Jina bi navê Selda Kaya yek ji jinên ku di temenê biçûk de hatiye zewicandin û di temenê zarokatiyê de bûye dayike. Zîhniyeta serdest ya mêr jiyana wê serobino kir û ew bi helbestên xwe ji bin vê rabû.
 
‘Helbest xilas bûne’
 
Seldayê diyar kir ku bi helbestê watedar bûye û wiha got: “Ez xwe helbestê hîs dikim. Helbestên min bi paşeroj, nasname, tiştên min jiyaye û warê min re eleqeder e. Em jiyanek feodal dijîn. Min helbest ji vê zîhniyetê xilas bûn dît. Gelek tiştên ku jin nikarin bikin min bi helbestê kir. Tiştên ku mirovan cesaret nedikir min bi helbestê anî ziman.”
 
‘Em bi zext û zordariyan re hatin rû hev’
 
Seldayê destnîşan kir ku di 14 saliya wê de ji aliyê malbata wê ve bi zor hatiye zewicandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê jin li her qadê xwe nîşan bide. Min ev bi helbestê kir. Ez 14 salî hatim zewicandin. Li Edenê jiyam. Min gelek zehmetî kişandin. Min xwendin pir dixwest. Lê nîvco ma. Pişt salan şûnde min bi zor û zehmet dibistan berdewam kir. Hevjînê min pir li dijî vê derket. Ez ji Beşa Rêveberiyên Cemawerî ya Fakulteya Îktîsadê mezun bûm. Min bi zarokên xwe re xwend. Ez di helbestên xwe de jî jiyana jinê vedibêjim. Me ji xwe zextên bav, bira, hevjîn gelek zêde jiya.”
 
‘AKP’ê huner kuşt’
 
Seldayê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ji ber jine ji gotin û helbestên xwe feragat nekiriye û got: “Li Tirkiyeyê nirx ji bo çand û hunerê nayê dayîn. Bit aybet AKP dixwaze hunerê bikuje. Dixwaze axaftin û tiştên tên nivîsîn bikuje. Tevî van min tu car xwe sînor nekir. Ez dixwazim mirov bi çand û hunerê re mijul bibin.”