Rojiyên Êzî dest pê dike

  • 11:27 3 Kanûn 2019
  • Çand û Huner
Nesrîn Hisen / Elmas Nayif
 
ŞENGAL - Civaka Êzidî li gel zext û zilmê dîsa hewl didin ku bawerî û çanda xwe biparêzin. Bi nêzbûna Rojiyên Êzî, jinên Êzidî bang Êzidiyan kir ku bila bên ser axa xwe û li vir parastina çanda xwe bikin. 
 
Civaka Êzidî tu carî dev ji bawerî û çanda xwe bernedan. Li ku dibin bila bibin xwedî çanda xwe derdikevin. Bi nêzbûna Rojiyên Êzî jinên Êzidî ya ku li Şengalê dijîn bang li Êzidiyan kir bila bên ser axa xwe û cejna xwe li vir pîroz bikin. 
 
Dayika bi navê Binefş Hesan bal kişand ser rojiyê û wiha axivî: "Rojên Êzî 3 roj in û 2 rojan rojî tê girtin û piştre jî cejne. Em saet çaran da radibin, bi derketina rojê re rojî digirin heta evarê. Em gelek kêfxweşin ku li ser axa xwe ne. Em ê cejna xwe li ser axa xwe pîroz bikin. Ev cejin ji bo me gelek pîroz e û em her sal pîroz dikin. Ez  cejna hemû Êzidiyan pîroz dikim. Ez bang Êzidiyan dikim bên ser axa xwe û li vir em bi hev re cejna xwe pîroz bikin."
 
Besê Veno jî derbarê Rojiyên Êzî de wiha got: "Rojiyên Êzî 3 roj in. Em serê sibêhê saet 47'an de radibin û heta 5'an rojî digirin. Di despêka fitarê de jî em duayên xwe dikin. Piştî 3 rojan roja 4'emîn cejne. Ez bang li Êzidiyan dikim ku bên ser axa xwe li vir cejna xwe pîroz bikin. Divê em li ku dibin bila bibin divê em xwedî li orf û adetên xwe xwedî derkevin û çanda xwe bijîn."