'Li dijî êrîşan parastina herî girîng axaftina bi kurdî ye'

  • 09:03 28 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
WAN - Li Tirkiyeyê êrîş,pişavtin û tunehesibandina li dijî zimanê kurdî her ku diçe mezin dibe. Hevseroka DÎSA-DER’ê Ozlem Aydemîr der barê polîtikayên  pişavtinê û êrîşên li ser ziman nirxandin kir. 
 
Di rojên dawî de bi taybetî li rojavayê Tirkiyeyê zext û êrîşên li ser zimanê kurdî zêde bûne û kesên li wê herêmê bi kurdî diaxivin bi zet û lînçkirinê re rûbirû dimînin.  Der barê polîtîkayên pişaftin û êrîşên li ser zimanê kurdî de hevseroka  Lekolînerina Saziya Ziman, Çand û Hûnerê (DÎSA-DER) Ozlem Aydemîr axivî. Ozlemê diyar kir ku bi êrîşan armanc dikin ku bi êrîşên li ser  zimanê kurdî dixwazin hebûna kurd tune bikin û got ku pêdivî herî zêde bi axaftina bi kurdî heye.
 
'Dema tu bi zimanê xwe isyasetê nekî û ne siyasetmedarê gelê xwe yî'
 
Ozlemê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku civak bi zimanan  tên avakirin û got ku civakên zimanê wan ber bi tunebûnê ve diçin hêdî ji hev belav  dibin, tune dibin û wiha axivî;”Kesên ku dixwazin civakan tune bikin di serî de zimanê wan tune dikin û bi  vê re civakan ber bi tunebûnê ve dibin. Kurd jî heta niha bi polîtîkayên cur bi cur tune hatine hesibandin hatine qetilkirin û zimanê wan çanda wan û bawerîyên wan heta îro jî tune tên hesibandin. Em li herêmê her sibehê bi tayînkirina qeyûman hişyar dibin. Bi awayekî bê hiquqî vîna Gelê Kurd binpê dikin. Armanc ne tenê vîna me ye di bingeha xwe de armanc zimanê me ye. Çi dibêje. Gotinek heye dibêjin 'Dema bi zimanê xwe sîyasetê nakî bi zimanê xwe ji bo gelê xwe xizmetê jî nakî’ Lê gelê me serî natewîne."
 
'Mirov çiqas zimanê xwe bi kar bîne ewqas pêş dikeve'
 
Ozlemê bal kişand ser xwedîderketina li ziman û got ku xwedîderketina li ziman bi têkoşînê pêkane û wiha pê de çû;” Ya ku civakekê netewekê dide nasîn çand û zimane. Ji ber vê jî zimanê me qedexe  dikin.   Di salên dawiyê de nerazîbûnên li ser zimanê me hatine asta herî jor. Piranî li bajarên Tirkîyê kurd ji ber ku kurdî diaxivin bi awayekî   nîjadperestî û faşîzanê rastî êrîşên fizikî tên.  Ev kes hêza xwe ji dewletê digrin ji ber ku nayên darizandin.  Lê em ê tu carî li hember van êrîşan serî natewînin li ku derê be bila be, em ê her tim zimanê xwe biaxivin û em ê her tim parastina zimanê xwe bikin.Tekoşîna herî bi bandor herî bi nirx xwedîderketina li ziman e, ziman jî wek tiştên zindî ye wek em bibêjin nebatekê ye çawa nebatekê xwedî dikî av didî ev nebat şîn dibe geş dibe mezin dibe ziman jî Wisa ye. Mirov çiqas lê xwedî derkeve zimanê xwe biaxive li ser zimanê xwe binivîse ew ziman jî pêş dikeve  dewlemend dibe û nayê tunekirin.”
 
‘Parastina herî bi nirx zêdetir kurdî axaftin e’
 
Ozlemê di dawiya axaftina xwe de derbirî ku têkoşîna herî bi nirx xwedîderketina li zimanê dayikê ye û wiha bi dawî kir;” Li dijî êrîşan parastina herî pîroz xwedî derketina zimanê dayikê ye. Li dijî pişaftinê,tunekirinê û tunehesibandinê parastina herî bi nirx zêdetir kurdî axaftine. Divê kurd  her qadên jiyanê bi kurdî bixemilînin.”