Ji bo jinên hatin qetilkirin stran gotin

  • 09:44 27 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
WAN - Koma Şanoya Mencelê û Dengê Meyman, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naveneteweyî ya li Hemberî Tundiya li Ser Jinê pêşangeh vekirin û sitran gotin. 
 
Koma Şanoya Mencelê û Dengê Meyman, bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Naveneteweyî ya li Hemberî Tundiya li Ser Jinê li Salona Şanoya Mencelê çalakî pêk anîn.  Gelek jin tevli çalakiya hat pêkanîn bûn. Di çarçoveya çalakiyê de wêneyên jinên ku hatin qetilkirin û çîrokên wan ên jiyanê hatin pêşandan. 
 
Ji lîstikvanên şanoyê  Dilvîn Abî axaftinek kir. Dilvîn di axaftina xwe de diyar kir ku di pêşangehê de jî diyar dibe ku jinên hatine qitilkirin ji aliyê kesên herî zêde nêzî xwe ve hatine qietilkirin û wiha berdewam kir: "Jineke ku hat qetilkirin li ber serê min hat kuştin. Lê min qêrîna wê nebihîst û nedît. Li derdorame gelek jin tên qetilkirin.  Em ê li dijî van qirkirinan bêdeng nemînin."
 
Piştî axaftinan, koma Dengê Meyman a Muzîkê li gel erbaneyê stran gotin.