Bernameya 3'emîn salvegera damezrandina Koma Helbestê ya Amedê hat lidarxistin

  • 10:42 25 Mijdar 2019
  • Çand û Huner
AMED - Bi beşdarbûna gelek, nivîskar, helbestkar, muzisyen û dengbêjan, bernameya 3'emîn damezrandina salvegera Koma  Helbestê ya Amedê, li Amedê hat lidarxistin. 
 
Koma Helbestê ya Amedê bi armanca pêşxistin û xizmeta ziman û wêjeya Kurdî di 27'ê Mijdara 2017'an de ji aliyê helbestkar, nivîskar û rewşenbîran li Amedê hat avakirin. Endamên Koma Helbestê ya Amedê 3'emîn damezrandina salvegera Koma  Helbestê ya Amedê, li Şaxa Egitim Sen a Amedê bi beşdarbûna gelek, nivîskar, helbestkar, muzisyen û dengbêjan pîroz kir. Jin bi kincên xwe yên gelêrî beşdarî bernameyê bûn.
Moderatortiya bernameyê ji aliyê Roza Metîna û Mordem Zel ve hat kirin. Di destpêkê de Roza Metîna bal kişand ser berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê û piştre li ser armanc û girîngiya avakirina Koma Helbestê ya Amedê axivî. Piştî axaftina Rozayê Endama Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz, Endamên Koma Helbestê ya Amedê Mehmet Said Arzû û Sultan Yaray, Şeref Akgul,  Hevserokê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven axivîn. Piştî axaftinan helbest hatin xwendin, Dayika Fatma çîrokên gelêrî got û piştre hunermend Kulîlka Heskîfê, Çekdar û Dengbêjên Navenda Çand û Hunerê yên Laleşê derketin ser dikê.  
 
'Ew ê têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd bi ser bikeve'
 
Roza di destpêka axaftinê de bal kişand ser berxwedana rûmetê ya Rojavayê Kurdistanê û wiha got:"Êrîş û zextên li ser Rojava didomin. Em di rojek wiha girîng û taybet de ku xizmeta ji bo ziman û wêjeya Kurdî dike berxwedana Gelê Kurd a Rojava bi bîr tînin û em dibêjin ew ê têkoşîn û berxwedana Gelê Kurd bi ser bikeve."
 
'Xwedîderketina wêje û zimanê Kurdî rûmet e'
 
Piştî axaftina Rozayê bi dawî bû endama Koma Xwendinê ya Amedê Sevgul Şaşmaz derket ser dikê û derbarê armanca avakirin û xebatên Koma Xwendinê ya Amedê de axivî. Sevgulê got:"Ji bo parastina ziman û wêjeya Kurdî me pêdivî dît ku em Koma Xwendinê ya Amedê ava bikin. Em li ser romanê Kurdî nirxandinê dikin û em hewil didin ku zimanê Kurdî û wêjeya Kurdî di her qadê de pêş bikeve. Xwedîderketina wêje û zimanê Kurdî rûmet e."
 
'Koma Helbestê ya Amedê ji bo teşwîqkirina nivîsandina helbestên Kurdî girîng e'
 
Endama Koma Helbestê ya Amedê Sultan Yaray wiha got:"Koma Helbestê ya Amedê di warê pêşketina helbesta Kurdî de karên girîng dike. Koma Helbestê ya Amedê ji bo teşwîqkirina nivîsandina helbestên Kurdî girîng e. Em hêvî dikin ku ev kom heta dawî bidome."
 
Piştre Endamên Koma Helbestê yên Amedê Mehmet Said Arzû û Şeref Akgul derketin ser dikê û bal kişandin ser dîrok û taybetmendiya avakirina Koma Helbestê ya Amedê. Her wiha Hevserokê Koma Nivîskarên Mezopotamyayê Eyup Guven jî derket ser dikê û bal kişand ser xebat û çalakiyên ji bo parastina û pêşketina ziman û wêjeyê û peywirên ku dikevin ser milê nivîskar, helbestkar û rewşenbîran. 
 
Piştî axaftinan helbest hatin xwendin û piştî xwendina helbestan Dayika Fatma çîrokên gelêrî got. Ravekirina çîrokên gelêrî bi dawî bû şûnde Hunermend Kulîlka Heskîfê, Çekdar û Dengbêjên Navenda Çand û Hunerê ya Laleşê ya Amedê derketin ser dikê.
 
Bernameya 3'emîn salvegera Koma Helbestê ya Amedê bi gerandina govendê bi dawî bû.