Di mîhrîcana Fransayê de li ser berxwedana jinê hat rawestandin

  • 11:23 1 Tîrmeh 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gundê Salliansa Fransayê li ser berxwedana jinan Mîhrîcana L'Allîmette hat lidarxistin. Di bernameyên mîhrîcanê de li ser têkoşîna navneteweyî ya jinan hat rawestandin. 
 
Di 28, 29 û 30’ê hezîranê de li gundê Sallians ê li başûrê Fransayê Mîhrîcana L’Allîmette hat lidarxistin. Mîhrîcan li ser berxwedana jinê hat lidarxistin.  Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran jî ji bo mîhrîcanê hat vexwendin. Ayşe tevî parlamentera partiya çep Morel Darleûx û serokê komelaya Amîtîes Kurdes de Lyon Thîerry Lamberthod çûn serdana meclîsa herêmî ya Rhone-Alpes û li wê derê li ser rewşa Kurdistanê nîqaş hatin kirin.
 
Roja înê jî li ber rûbarê Dromeyê bernameyek hat lidarxistin û di bernameyê de li ser têkoşîna navneteweyî ya jinan hat rawestandin. Di bernameyê de qala hilbijartinên li Stenbolê jî hat kirin. Di guftûgoyê de qala Rojava jî hat kirin û wêneyên şoreş û jiyana li Rojava li dîwaran hatibû daliqandin. Parlementer Corînne Morel Darleûx diyar kir dema ku ew çûye Rojava wê ev wêne girtine. Corînne diyar kir ku gelek kesên ji Fransayê dixwazin doza Gelê Kurd û şoreşa wê baştir nas bikin.
 
Di mîhrîcanê de li belgefîlma rojnameger Mylene Saûloy ya li ser ‘Şerê jinên Kurd’ hat temaşekirin.