Xwendekarên Akademiya MA muzîkê mezûn bûn

  • 10:24 29 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Xwendekarên Akademiya MA muzîkê mezûn bûn.
 
Xwendekarên bi dirûşma "Ji bo hemû kesî muzîk, li her derê muzîk" dest bi perwerdeyê kirin do bi şev ji bo konserê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amed a girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê derketin ser dikê. Parlamenterên HDP'ê Remziye Tosun û Nedced Îpekgoz jî beşdarî konserê bûn. Gel eleqeyek mezin nîşanî konserê dan. 
 
Piştî axaftina vekirinê konserê dest pê kir. Performansa xwendekaran eleqe dît û gel ji wan re li çepikan xist. Piştre sinevizyona derbarê akademiyê de hat pêşkeşkirin. Piştre xwendekaran dîplomayê xwe girtin û her wiha mamosteyan jî plaket girtin. 
 
Merasîma dîplomayê bi çepikan bi dawî bû.