Li Mala Çand û Hunerê ya Laleş qursên havînê dest pê kirin

  • 09:16 28 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
AMED - Hîndekara wêneyan Kîbar Suvarî ji bo qursên havînê yên li Mala Çand û Hunerê ya Laleş hatiye destpêkirin bang kir û got: “Ji bo zarokên we tevlî xebatên hîndekariyê bibin û ji qada teknolojîk dûr bikevin qeyda zarokên xwe ji bo qursan çê bikin.”
 
Piştî dibistan ketin betlanê Mala Çand û Hunerê ya Laleş ji bo ciwan û zarokan qursên havînê dan destpêkirin. Qursên wêne, erbane, saz, gîtar, koro, reqsên gelêrî, wêne û şanoyê wê bê dayîn. Qeydê qursan wê di 10’ê Tîrmehê de bi dawî bibe. Qeyd bê pere tên kirin. Hîndekara wêneyan Kîbar Suvarî diyar kir ku li şûna zarok li malê bên hepskirin û ji ser teknolojiyê rabikin divê tevlî bernameyên wisa bibin.
 
Kîbarê da zanîn ku eleqeyek mezin a zarok û ciwanan ji bo qursan heye û di heman demê de ciwanên tevlî qursan bibin li gorî daxwaza wan wê dema perwerdehiyê dirêj bibe.
 
‘Em hunermendên biçûk bigihînin’
 
Kîbarê destnîşan kir piştî dibistan dikevin betlaneyê zarok li malê bi telefon, tablet û televîzyonê ve tên girêdan û wiha pê de çû: “Ji bo betlana havînê wisa derbas nebe, ji bo ciwan çand û hunera xwe hîn bibin, ez bang li malbatan dikim ku zarokên wan tevlî qursan bibin. Bila zarokên me bibin ajokarên çanda xwe. Em hunermendên biçûk bigîhinin.”
 
‘Divê em riyên cuda ji ciwanan re vekin’
 
Kîbarê bal kişand ser zêdebûna bikaranîna hişbirê û ji bo ciwan ji van madeyan xilas bibin di hewldanan de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê ciwan zêdetir tevlî faaliyetên çandî bibin û çandê lêkolîn bikin. Divê em bernameyên wisa pêk bînin û ji ciwanan re bibin riyek alternatîf. Divê em ji ciwanan re riyên cuda vekin. Divê ciwan serî li qursan bidin.”