'Kevneşopiya kurdan kaniya jiyanê ye'

  • 11:42 27 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Civîn Hûsên / Roj Hozan
 
QAMIŞLO- Jinên beşên çandê yên ku beşdarî 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bûn, derbarê parastin û mayîndekirina çanda gelan a li Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ye wiha gotin: " Jin  xwedî kedeke sereke ne di parastina çanda herêmê de. Çand rihê jiyanê ye, em ê rihê xwe biparêzin."
 
Di çarçoveya xebatên beşên çandê yên govend, stran, şano û komîn film ên li Rojava ku parastina nasnameya gelan esas digire  6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk a ku do dest pê kiribû dewam dike. Jinên ku beşdarî konferansê bûne axivîn. 
 
'Dengbêjî hest, kêfxweşî û êşa dilê mirovan  parvekirine' 
 
Jina ji Gundê Girê Şêra yê herêma Koçerata Necah Hesen ku ev pênc sal di beşê denbêjiyê de cih digire  di derbarê dengbêjiya xwe de hestên xwe de wiha got: "Dema mirov strana vedibêje mirov kevneşopî, adet, êşa dilê xwe û kêfxweşiya xwe tîne ziman. Pêşketina exlaq û hîs parvekirin pir girîng e di denbêjiyê de. Tiştê çav dibîne û mirov hîs dike dikare bêje.  Dengbêjî çanda gelan diparêze, bi çandê mirov mezin dibe. Her tişt bi çandê re tê hezkirin. Ez hezkirina xwe ya ji bo dengbêjiyê tenê bi çend gotinan nikarim bînim ziman, ji ber jin  hunerê parçeyek ji canê xwe dibîne.  Ev dengbêjî heta roja îro bi jinan hatiye dîtin."
 
'Çand rihê jiyanê ye'
 
Necahê balkişand li ser  kevneşopiya çanda Koçerî û rengê çanda resen li herêmê û got: "Çanda koçeran  bingehek ji rastiya  kurdan e. Çanda koçeriyê çandek resen û kevnar e. Her herêmek û netewek bi çandek cuda tên naskirin. Çandên li herêmên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê jî pir in, divê  ev çandên rengîn  neyên winda kirin.  Bi kar û xebatên heyî û pêşengeh ne bes e, divê nifşê nû çanda xwe nas bike, ji bo çanda me neyê pişavtin. Çand rihê jiyanê ye, bi hev re em rihê xwe biparêzin."
 
'Sînema bi belgekirina çanda gelên herêmê çanda wan mayînde dike'
 
Her wiha Endama Komîna Film a Rojava Sêvnaz Ebid diyar kir ku bi du aliyan çanda gelên li herêmê bi rêya sînemayê diparêzin û got: "Bi riya arşîvkirin û belgekirina tevahî çandên gelan û komkirina wan em di hundirê filiman de bi kar tînîn. Di filmên tên amadekirin çand û nirxên gelê Kurdistanê bi hemû netewên xwe tê pejirandin û mayindekirin. Bi taybet hin  filim ji bo çandên cuda li herêmê tên amede kirin. Filimên tên amede kirin li ser bingehê çanda gelê ku li herêmê tê jiyîn û tekoşîna jinê di nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê de ne." 
 
'Jin di parastina çandên herêmê de xwedî kedeke sereke ne' 
 
Sêvnasê wiha dom kir: "Di filmên xwe de em gelek mijaran didin pêş, li aliyekî şoreşa me ya jinê, şoreşa me yê leşkerî xalên girîng in. Kedeke mezin a jinê di şorşa çandî de hat dayîn da ku ev çand hemû neyên kuştin. Em jî xwedî li vê çandê û kedê derkevin."
 
'Govend bi hest û kêfxweşî parvekirine'
 
Endama beşa govendê Barîn Xelef li ser govendê ev tişt got: "Her herêmek govenda wê ya taybet heye, foklor û govenda wan cuda ye. Govendê sivik û giran hene. Govend jî bi hestên êş û kêfxweşiyê tê naskirin. Gelek govend me ji Bakurê Kurdistanê girtine, niha jî li ser govendên Rojava em lêkolîn dikin. "
 
'Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê xebatê Şano zindî bû' 
 
Endama Kevana Zêrîn ya Şano Beraa Hesen jî wiha got: "Beşê şano barê wan giran e,  ji ber pirsgirêkên civakê tînin ser ziman. Her kes dizane ku çand her dem hatiye xwestin ku bê windakirin û helandin. Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê xebatê şano ji nû ve zindî bû. Qadên Gelê Ereb jî di aliyê perwerdeyê hatine bi rêxistinkirin. Armanca me em beşê şano zêde bikin, lewma li ser çand û zimanê tevahî gelan şanoyên bi zimanê wan em çêdikin."