Konferansa Çand û Hunerê ya Demokratîk di roja duyem de didome

  • 09:57 27 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
QAMIŞLO - 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk a li Rojava di roja duyem de didome.
 
Duh li navenda Aram Tîkran a Çand û Hunera bajarokê Rimêlanê a Kantona Qamişloyê, 6'emîn Konferansa Tevgera Çand û Huner a Demokratîk li Rojava hat lidarxistin. Konferans di roja duyem bi tevlîbûna 200 delegeyî ji tevahî netewên Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê didome.
 
Roja duyem a konfersansê niha bi nîqaşên li ser rewşa kar û xebatên çandî didome. 
 
Paşê dê rêziknameya Çand û Huner a Demokratîk were xwendin, pêşniyar werin kirin, her wiha nîqaş li ser werin kirin û li gorî nîqaşên rêziknameya û biryaran Meclisa Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê ji 45 kesan were avakirin. Herî dawî du hevserokên nû ji bo Tevgera Çand û Hunera Demokratîk ew ê werin hilbijartin.