Li Îdir û Qersê bi tevlîbûna bi hezaran dê mîhrîcan bên lidarxistin

  • 09:14 27 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Zeynep Durgut
 
QERS/ÎDIR - Piştî hilbijartinên herêmî ku HDP'ê Şaredarî bi dest xist şaredariyê dest bi xebatan kir. Di çarçoveya van xebatan de, li bajarê Îdir û Qersê bi tevlîbûna bi hezaran dê mîhrîcan bên lidarxisin. Ji bo  Mîhrîcana Serhedê ya  Xweza û Çandê ku wê bê lidarxistin, Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca bang tevlibûnê li her kesî kir.
 
Partiya Demokratîk a Gelan piştî hilbijartinên 31’ê Adarê ku şaredariya Îdir û Qers qezenc kir, îsal cara yêkem dê şaredariya Qersê bi tevlîbûna gelek hûnermendan Mîhrîcana Serhedê ya Xweza û Çandê li dar bixe. Mîhrîcan dê di navbera 29 -30 'ê Hezîranê de li Zozanê herêma Tabyalarê  pêk bê û di çarçoveya mîhrîcanê de wê gelek çalakiyên cur bi cûr bên kirin. Herwiha di heman demê de Şaredariya Îdirê jî dê Mîhrîcana Qeysiyan  di  naveber 28-29-30'ê Hezîranê de li dar bixe. Têkîldarî naveroka mîhrîcanan hevşaredara Qersê Şevîn Alaca û endama Meclîsa Şaredariya Îdirê Gulnur Ozturk axivîn. 
 
‘Em dixwazîn ku çanda Qersê û xwezaya  wê nîşan bidîn’
 
Şevînê diyar kir ku li Qersê  cara yekeme dê  mîhrîcaneke wisa pêk bê û wiha axivî;” Em ê di nabera 29-30'ê Hezîranê de li Qersê 1’emîn Mîhrîcana Serhedê ya Xweza û Çandê li dar bixin. Qers bi xwezaya xwe û çanda xwe cihekî gelek girînge. Lê mixabin bi salane bajarê Qersê hatiye îhmalkirin. Piştî ku me şaredarî qezenc kir em dixwazîn ku çanda Qersê û xweşikbûnê wê nîşan bidîn û ji bo wê jî em di nav hewlêdanan de ne. Em ê vê mîhrîcanê diyarî damezrînerên Komara Kafkas a  Cenubî Garbî dikin ji ber ku sala borî 100'emîn salvegera wê bû. Naveroka mîhrîcana me gelek dewlemend e. Bi hûnermendên cûr bi cûr xwarinên herêmî dê bên pêşandan. Sembola mîhrîcana me dar e. Ev dar ji wekhêvî û yekitiya gelan temsîl dike. Her wiha perperok heye ew jî guhertin û vegurtinê temsîl dike. Piştî 31’ê Adarê gelê Qersê ji vê veguherrtinê re vîna xwe aşkere kir. Ev pirjimariya rengan wê di mîhrîcanê de jî xwe bide der. Em ê van sembolan di qada mîhrîcanê de bi kar bînîn. Ji bo pêşketina Qersê em ê projeyên bi vî awayî bidomînin.” 
 
‘Ji bo naskirina Qersê ev mîhrîcan girîng e’
 
Şevînê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku amadekariyên wan didomin û wiha pê de çû;” Amadekariyên me demeke dirêje didomin. Ev mîhrîcan dê bibe mîhrîcana zozanan. Mîhrîcana me dê li piş keleha Qersê ango li cihê dîrokî li Zozanê Tabyalarê bê lidarxistin. Xebatên me bênavber didomin. Ji bo ku pirsgirîkên ewlehiyê dernekevin em di hewledanan de ne. Em li bendê ne ku tevlîbûneke pir xurt pêk bê. Ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji derveyî bajêr gelek serlêdan hene. Tişta herî girîng ew e ku dê di mîhrîcanê de standên ji bo hilberîna ku jinan kiriye jî bên vekirin. Ev  ji bo destpêkirina  xebata jinê gaveke girîng e. Ev mîhrîcan dê pir bi dewlemend be.  Mîhrîcana me dê di 29'ê hezîranê de bi meşekê dest pê bike. Em ê  bi şewqe û flamayên xwe yên cûr tevli vê meşê bibin. Mîhrîcan dê bi konsera Îlkay Akkaya dest pê bike. Roja duyemin 30'ê Hezîranê jî dê koma Kardeş Turkuler tevli bernameya me bibe û konserê bide. Piştre em ê panelekê li dar bixin. Mîhrîcan dê di roja duyemin de bi koma Dengê Meyman bi dawî bibe. Ev ji bo naskirina Qersê dê bibe destpêk. Em bang li herkesi dikin ku bên tevlî mîhrîcana me bibin.”  
 
‘Werin em bi hev re vê govendê bigirîn’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Îdirê Gulnur Ozturk jî bang li herkesî kir ku tevlî Mîhrîcana Qeysiyan a wê di navbera 28-29 û 30'ê hezîranê de bê lidarxistin bibin û wiha got:” Bernameyên çand û hûnerê pêşiya wekhêvî û yêkitiyê vedikin. Peywira partiya me HDP’ê ji ew e ku vê yêkitiyê ava bike. Em ji wekî şaredariya Îdirê dixwazîn ku bi van bernameyan taybetmendiyên bajêr bi cîhanê bidin naskirin. Em ê di van 5 salan de bernameyên bi vî awayî li dar bixîn. Bi vê mîhrîcanê em dixwazîn Mişmişên (qeysî)   Îdirê hem bi Tirkiyeyê û  hem jî bi cîhanê bidîn naskirin. Em ê di salên pêşiya me de van mîhrîcana bikîn mîhrîcanên neteweyî. Em bang li gelê Îdirê dikin ku,werin em bi hev rê vê govendê bigirîn.”