Koçberî û astengiyê rê li ber xeyalên wê negirt

  • 09:02 27 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
Tulîn Muhemed
 
ŞEHBA - Jina bi navê Şervîn Elo ya ji Gundê Omera yê Navçeya Şeraya Efrînê ye û niha li Gundê Maretê yê Şehbayê bi cih bûye tevî şerdên koçberiyê û astengiyê dev ji xeyalên xwe bernade û hunera xwe ya xêzkirina wêneyan didomîne. Dayika Şervînê, Hemîde Elo derbarê hunera keça xwe de wiha got:"Keça min tevî ku lal e û nikare biaxive jî hestên xwe bi xêzkirinê tîne ziman. Ew bi hunera xwe xeyalên xwe pêk tîne."
 
Jina bi navê Şervîn Elo ya 22 salî ya ji Gundê Omera yê Navçeya Şeraya Efrînê ye û niha li Gundê Maretê yê Şehbayê bi cih bûye lal e û nikare hestên xwe bi rêya axaftinê bîne ziman. Şervîna ku nikare biaxive bi rêya çêkirina wêneyan hestên xwe tîne ziman. Dayika Şervînê, Hemîde Elo, derbarê hunera wê de axivî. Hemîdeyê got:"Şervîna min tiştek ji xwe re nekir asteng. Ew heta dawiyê li dû xeyalên xwe çû."
 
'Wê tiştek ji hêza xwe winda nekir'
 
Hemîdeyê da zanîn ku wan ew di nava şerdên koçberiyê de rojên dijwar derbas dikin lê ev yek ji bo xeyalên keça wê nabe asteng û wiha got:"Tevî şerd û mercên dijwar Şervînê dîsa dev ji xeyalên xwe bernade. Ew ji lalbûna xwe hêzê digire. Ji xwe re nake asteng. Wê tiştek ji hêza xwe winda nekir. Şervînê ji 12 saliya xwe heta niha wêneyan xêz dike. Ji xêzkirina wêneyan gelek hez dike. Lê mixabin dibistanên rejîmê Şervînê di nava xwe de qebûl nekirin ji ber vê yekê Şervînê xemgîn dibû."
 
'Bi têkoşînê gihaşt armanca xwe'
 
Dayika Şervînê di berdewamiya axaftina xwe de got: "Piştî şerê Helebê em derbasî kantona Efrînê bûn û me jiyana xwe li wir berdewam kir. Ev jî ji bo Şervînê şansek bû. Li Navenda Efrînê Şervînê ji bo xeyalên xwe pêk bîne derbasî navenda çand û hunerê bû. Şervînê bi têkoşîna xwe û bi piştgiriya mamosteyên xwe gihaşt armanca xwe. Şervînê endamek yekîtiya rewşenbîrên Efrînê bû. Şervînê pir ji Efrînê hez dikir. Di Efrînê de nêzî 43 wêne xêz kiribû lê piştî derketina me ya ji Efrînê Şervînê qebûl nekir ku wêneyên xwe derxîne. Çimkî Şervînê bi hal û tevgera xwe diyar kir ku gorên Şehîdan li Efrînê maye hema wêneyên wê bimîne çi ye. Şervînê bi derketina Efrînê pir bi bandor bû."
 
'Şervînê bi wêneyên xwe berxwedana Efrînê tîne ziman'
 
Di dawiya axaftina xwe de Hemîdeyê bal kişand ser wêneyê ku Şervînê li Şehbayê xêz kiriye û got: "Şervînê bi wêneyên xwe berxwedana Efrînê tîne ziman û xêz dike. Di wêneyekî wê de pêlîstoka zarokekê ji destên wê ketiye, serê wê bi xwîn e û li pişt wê jî darên zeytûnê yên şikestî hene. Şervînê gelekî dixwaze vegere Efrînê. Ew di wêneyên xwe de bêrîkirana xwe ya ji bo Efrînê xêz dike."