Li Stenbolê rojên belgefîlman dest pê dike

  • 14:33 8 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15 û 20'ê hezîranê li Stenbolê Rojên Belgefîlman a Documentarîst dê bê li darxistin. 
 
Di navbera 15 û 20'ê hezîranê dê Rojên Belgefîlman a Documentarîst a Stenbolê pêk tê. Li cîhanê û Tirkiyeyê gelek belgefîlm dê bên nîşandan. Her wiha ji bo Sûdanê beşek taybet hat amadekirin û di vê beşê de li ser darbê û serhildanê bên rawestandin.
 
Di 12'emîn Rojên belgefîlmê de dê fîlmên bijarte bên nîşandan. 30 belgefîlmên tirk dê Rojên Belgefîlman de bên nîşandan. Her wiha 8 belgefîlmên ku qala civan û zarokên ku li Awusturya, Ermenîstan, Romanya, Rusya, Fîlîstinî û Gurcistanê dike tê dê bên nîşandan. Her wiha di çarçoveya belgefîlmê de dê atolyeyên 'Belgefîlmên sêwirandinê'  pêk bên. 
 
Belgefîlm dê li Aynali Geçit, Vault34/Yeşîlçam Sîneması, Sînemaya Kadikoyê û her wiha bernameyên din jî dê li cihê Çand û Huner a Yapi Krediyê bên li darxistin.