Li Stenbolê rojên belgefîlman dest pê dike 2019-06-08 14:33:45   NAVENDA NÛÇEYAN - Di 15 û 20'ê hezîranê li Stenbolê Rojên Belgefîlman a Documentarîst dê bê li darxistin.    Di navbera 15 û 20'ê hezîranê dê Rojên Belgefîlman a Documentarîst a Stenbolê pêk tê. Li cîhanê û Tirkiyeyê gelek belgefîlm dê bên nîşandan. Her wiha ji bo Sûdanê beşek taybet hat amadekirin û di vê beşê de li ser darbê û serhildanê bên rawestandin.   Di 12'emîn Rojên belgefîlmê de dê fîlmên bijarte bên nîşandan. 30 belgefîlmên tirk dê Rojên Belgefîlman de bên nîşandan. Her wiha 8 belgefîlmên ku qala civan û zarokên ku li Awusturya, Ermenîstan, Romanya, Rusya, Fîlîstinî û Gurcistanê dike tê dê bên nîşandan. Her wiha di çarçoveya belgefîlmê de dê atolyeyên 'Belgefîlmên sêwirandinê'  pêk bên.    Belgefîlm dê li Aynali Geçit, Vault34/Yeşîlçam Sîneması, Sînemaya Kadikoyê û her wiha bernameyên din jî dê li cihê Çand û Huner a Yapi Krediyê bên li darxistin.