Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin

  • 16:32 7 Hezîran 2019
  • Çand û Huner
WAN - Pirtûka helbestan a ‘Bênder’ a Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku li girtîgehê nivîsand hat nasandin. 
 
Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku qeyûma tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, li girtîgehê pirtûka helbestan a bi navê ‘Bênder’ nivîsand. Şaredariya Erdîşê ji bo nasandina 'Bênderê' bernameya îmzeyan li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî bernameyê bûn û 'Bênderê' dan nasîn. Di bernameya ku li baxçeyekî çay hat lidarxistin de Huda Kaya û Bedîa Ozgokçe 'Bênderê' îmze kirin.