Pirtûka ‘Bênder’ a Dîba Keskîn hat nasandin 2019-06-07 16:32:15   WAN - Pirtûka helbestan a ‘Bênder’ a Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku li girtîgehê nivîsand hat nasandin.    Hevşaredara Berê ya Erdîşê Dîba Keskîn ku qeyûma tayînê şûna wê hat kirin û hat girtin, li girtîgehê pirtûka helbestan a bi navê ‘Bênder’ nivîsand. Şaredariya Erdîşê ji bo nasandina 'Bênderê' bernameya îmzeyan li dar xist. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Huda Kaya, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin beşdarî bernameyê bûn û 'Bênderê' dan nasîn. Di bernameya ku li baxçeyekî çay hat lidarxistin de Huda Kaya û Bedîa Ozgokçe 'Bênderê' îmze kirin.