'Fîlma Wê' ket vîzyonê

  • 14:14 31 Gulan 2019
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma bi navê 'Fîlma Wê' di sînemaya Tirkiyeyê de ji bo tecrûbeyên derhênerên jin bû mînakek û îro ket vîzyonê.  
 
Su Baloglu û Mervê Bozcu derhêneriya belgefîlma 'Fîlma Wê' kirin. Bîlge Olgaç, Turkan Şoray, Bîket Îlhan, Işil Ozgenturk, Yeşîm Ustaoglu û Îlksen Başarir, ji gelek fîlman re derhênerî kiribûn û xwedî bi tecrûbe bûn. Su û Merve, tecrûbeyên derhêrên jin ên demên borî bi belgefîlmê tînin ziman. 
 
Qada sînemayê ji bo dehêner Su û Merveyê tecrûbeyeke nû bû. Her du derhêneran xwestin hest û ramanên derhênerên jin yên di derbarê cîhan û têkoşîna jiyanê de bi belgefîlmê bînin ziman.