'Fîlma Wê' ket vîzyonê 2019-05-31 14:14:32   NAVENDA NÛÇEYAN - Belgefîlma bi navê 'Fîlma Wê' di sînemaya Tirkiyeyê de ji bo tecrûbeyên derhênerên jin bû mînakek û îro ket vîzyonê.     Su Baloglu û Mervê Bozcu derhêneriya belgefîlma 'Fîlma Wê' kirin. Bîlge Olgaç, Turkan Şoray, Bîket Îlhan, Işil Ozgenturk, Yeşîm Ustaoglu û Îlksen Başarir, ji gelek fîlman re derhênerî kiribûn û xwedî bi tecrûbe bûn. Su û Merve, tecrûbeyên derhêrên jin ên demên borî bi belgefîlmê tînin ziman.    Qada sînemayê ji bo dehêner Su û Merveyê tecrûbeyeke nû bû. Her du derhêneran xwestin hest û ramanên derhênerên jin yên di derbarê cîhan û têkoşîna jiyanê de bi belgefîlmê bînin ziman.