3 pirtûkên nû yên helbestê yên bi Kurdî hatin weşandin

  • 13:26 19 Nîsan 2019
  • Çand û Huner
AMED - 3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin.
 
3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin. Pirtûka Helbestê ya Sultan Yaray a bi navê Bêyî Te ji 126 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye: 
 
"Îşev bila hemû stêrk 
  li ber bedewiya te bixuricin
  ji bo şeva min ronî bibe
  tenê çirûskek te bes e."
 
Pirtûka Zozan Gulan a helbestê ya bi navê Ajero ji 72 rûpelan pêk tê û  çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye: 
 
"Ji hatina te re, bûme heyva zimanê şevên lal
  Lewra hebûna min bi tîrêjên evîneke dijwar 
 
Çûyina te li min bû volqanekê dilê binelal
Ji derve tarî û sar im ji hundur ve ar û hawar."
 
Her wiha pirtûka helbestê ya Reşê ji 129 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye: 
 
"Ey ala!
  Ku tu bilind nebî bala,
  Jiyan ji bo me her vala.
  Lazime Kurd bike mitala,
  Da ku bi hev re rakin em ev ala."