3 pirtûkên nû yên helbestê yên bi Kurdî hatin weşandin 2019-04-19 13:26:53   AMED - 3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin.   3 pirtûkên helbestê yên bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî yên ku ji aliyê jinan ve hatine nivîsandin ji aliyê Weşanxaneya J&J'yê ve hatin weşandin. Jinên Helbestkar ên Kurd ên bi navê Sultan Yaray, Zozan Gulan û Reşê cara yekeme ku pirtûkên xwe yên helbestê çap dikin. Pirtûka Helbestê ya Sultan Yaray a bi navê Bêyî Te ji 126 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:    "Îşev bila hemû stêrk    li ber bedewiya te bixuricin   ji bo şeva min ronî bibe   tenê çirûskek te bes e."   Pirtûka Zozan Gulan a helbestê ya bi navê Ajero ji 72 rûpelan pêk tê û  çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:    "Ji hatina te re, bûme heyva zimanê şevên lal   Lewra hebûna min bi tîrêjên evîneke dijwar    Çûyina te li min bû volqanekê dilê binelal Ji derve tarî û sar im ji hundur ve ar û hawar."   Her wiha pirtûka helbestê ya Reşê ji 129 rûpelan pêk tê û çarînek helbestê ya li dû berga wê wiha ye:    "Ey ala!   Ku tu bilind nebî bala,   Jiyan ji bo me her vala.   Lazime Kurd bike mitala,   Da ku bi hev re rakin em ev ala."