Doza Kobanê: Têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya jinên kurd, bûye mînak

  • 14:53 12 Kanûn 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Girtiya siyasî Sebahat Tuncel diyar kir ku têkoşîna azadiyê ya jinan ku bi pêşengtiya jinên kurd tê meşandin ji bo cîhanê bûye mînak lê Tirkiye hewl dide tevgera jinên kurd bidarizîne. 
 
Danişîna Doza Kobanê bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel ve dom kir. Danişîn, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran û li eywana Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Hinek girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên ragirtin di danişînê de amade bûn. Hinek siyasetmedaran jî hincet nîşan dan û tev li dozê nebûn. Di heman demê de parêzerên Komîsyona Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiy3e (OHD) û xizmên girtiyan di danişînê de amade bûn. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan û xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî bi parastina Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tuncel berdewam kir. 
 
‘Jinên kurd kir hedef’ 
 
Sebahat, diyar kir ku 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê li pey derxistina heqîqetê nîne û berevajî vê rewşê, jiyana kurdan û jinên kurd hedef girtiye. Tuncel, wiha domand: “Jinên kurd hewl didin ziman û çanda xwe biparêzin û ji bo vê têdikoşin. Hûn dixwazin xeta azadiya jinê weke xeta sûc pênase bikin. Li gorî mejiyê mêr ji xwe her tiştê aydê jinê sûc e. Jinên kurd di her kêliya dîrokê de ji bo wekheviyê têkoşiyan. Weke peyrewên wan em jî vê têkoşînê didomînin. Bi taybet jî li hinek qadên weke qadên mêran tên zanîn, jinan li erdnîgariya Kurdistanê navê xwe li dîrokê nivîsandin. Her kes Selahaddîn Eyyubî nas dike lê biraziya wî Deyfe Xatûnê ku heta mirinê jî serî netewand nas nake. Li dijî Şahên Îranê û Mogolan li ber xwe da. 
 
Her wiha Fata Reş heye ku di pirtûkên dersan de weke ‘Kara Fatma’ tê pênasekirin. Fata Reş, weke Amazona Kurd dihat zanîn. Bi tirkî nedizanî. Li dijî elewiyan jî heman polîtîka heye. Pirsgirêkên xweser ên jinên elewî hene. Heta dozger hevala me Gulfer bi nasnameya wê ya elewîtiyê tawanbar kir. Ev yek di mutalaayê de jî nivîsandiye. 
 
Dengê 'Jin jiyan azadî' bilind dibe
 
Yek ji jinên berxwedêr jî Arîn Mîrkan e ku li dijî DAIŞ’ê têkoşiya. Ez tevahiya gelên li Rojava û jinên li dijî DAIŞ’ê şer kirin silav dikim. Heke ji berxwedana wan nebûya, niha em ê li Tirkiyeyeke pir cuda bijiyan. Dibûya ku em niha cîranên DAIŞ’ê bûna. Rêveberiya Tirkiyeyê li şûna kurdan dixwestin bibin cîranên DAIŞ’ê. Her wiha li rojhilatê Kurdistanê jî li dijî pergala serdest a mêr bexwedaneke mezin a jinan heye. Bi jinên li Îranê li ber xwe didin re îro dengê ‘jin, jiyan, azadî’ li her devera cîhanê bilind dibe. Ji bo me jinan mijara aştiyê mijara herî sereke ye. Li dijî şer û zilmê em jin xwedî seknekî exlaqî ne. Em li dijî şer û zilmê li ber xwe didin. 
 
Tecrûbeyên cîhanê jî nîşanî me dane ku hêza jinên birêxistinkirî di guherandina kapîtalîzmê de xwedî roleke girîng e. Ev yek zîhniyeta li Tirkiyeyê ditirsîne. Sedema êrişên li dijî jinên kurd û krîmînalîzekirina jinên birêxistinkirî jî ev tirs e. Heta hûn hevserokatiyê jî weke sûc raber dikin. Yek ji tawanbariyên li Aynûr Aşan tê kirin jî parastina ‘hevserokomarî’ ye. Îktîdara AKP’ê ji jinên kurd pir tirsiya ji ber ku jinên kurd têkoşîn civakî kirin. Tevî hemû zextan jî em di pergala hevserokatiyê de biisrar in. 
 
Têkoşîna azadiyê ya jinan ku jinên kurd pêşengtiya wê dikin, ji bo hemû cîhanê bû mînak. Lê Tirkiye hewl dide jinên kurd bidarizîne. Tirkiye, piştgiriyê dide rêxistinên mîna DAIŞ’ê ku dijminê jinan e. DAIŞ’ê jin qir kir û hûn wan jinên kurd ên li dijî DAIŞ’ê têkoşiyayîn, jinên kurd ên bertek nîşanî wê dayîn didarizînin. 
 
Pirsgirêka zilamtiyê
 
Pirsgirêka esasî ne pirsgirêka jinê, pirsgirêka zilamtiyê ye. Zîhniyeta zilamtiyê rastiyên dîrokî berevajî dike û li civakê ferz dike. Bi hezaran sala ye ev yek di rojeva me de ye. Weke jinên kurd; em dixwazin gelên Rojhilata Navîn jiyaneke demokratîk, azadîxwaziya jinê û ekolojîk ava bikin. Li gorî me nabe ku çareserkirina pirsgirêka jinê bê taloqkirin. Ji bo vê jî em ji bo qewîmkirina azadiya jinên gavên xurt diavêjin. Zextên heyî, encama îktîdara neteweperest û yekperest e. Lê tevî tundiya mêr jî dê meşa azadiyê bidome.” 
 
Piştî parastina Sebahatê, şandeyê heta saet 13.45’ê navber da. 
 

Etîketan:

kobanê doz