Doza Kobanê: DAIŞ hat bikaranîn

  • 22:32 5 Kanûn 2023
  • Hiqûq
ENQERE - Siyasetmedara girtî Pervîn Odûncû di danişîna doza Kobanê de diyar kir ku dewleta tirk ji bo armancên xwe yên veşartî pêk bîne çeteyên DAIŞ'ê bi kar aniye.
 
44'emîn danişîna Doza Kobanê ya ku 18 jê girtî 108 kes tên darizadan li 22'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bi rûniştina duyemîn dewam kir. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Enqereyê, endamên Komîsyona Hiqûqê ya HEDEP û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer, xizmên girtiyan û temaşevan beşdarî danişînê bûn.
 
Danişîn bi parastina girtî Siyasetmedar Pervîn Oduncu berdewam kir. Pervîn Odûncû ya ku bi gotina "Ez dizanim ez ê deyndarê vî gelî bimirim" dest bi parastina xwe kir, parastina xwe diyarî Denîz Poyraz a ku li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, kir. Pervîn Oduncu anî ziman ku dadgeh ji bo wê bêwate bûye û wiha got: “Hûn bi cezayê ku di bêrîka we de ye hatine pêşberî min."
 
Pervîn Oduncu axaftina xwe wiha domand: "Tu kes van şert û mercan heq nake, dijminên min be jî. Ji ber lîmona ku me bi kar anî 11 roj cezayê hucreyê li me birîn. Girtî di bin zextên giran de ne û ji bo şikandina tecrîdê niha di greva birçîbûnê de ye."
 
Pervîn Oduncu bertek nîşanî îdianameyê da ku endamên DAIŞ'ê weke "mîlîtan" û siyasetmedarên êsîr jî "endamên rêxistina terorê" bi nav dike, da. Pervîn Oduncu qetlîamên li Tirkiyeyê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin kirin bi bîr xist û wiha domand: “DAIŞ her tim weke rêxistineke ji bo armancên veşartî yên Tirkiyeyê tê bikaranîn."
 
Pervîn Oduncu diyar kir ku Meclîs erka xwe winda kiriye û wiha pêde çû: “Divê HEDEP û CHP Meclîsê protesto bikin. Pêwîst e parlamenterên muxalefetê ji bo eşkerekirina karê parlamentoyê xwepêşandanekê li dar bixin û nebin hevkar.”
 
Pervîn Oduncu got, "Dema em dibêjin 'Kurdistan cihê ku Kurd lê dijîn, Kurdistan e', li gorî xala 302'an em tên darizandin.
 
Di navberê de girtiyên jin ên li qata jêrîn a salona guhdarkirinê bi hev re stranên Kurdî gotin.
 
Piştî parastina Pervîn Odûncû danişîn taloqî sibê saet 10.00’an hat kirin.

Etîketan:

kobanê doz