Doza Kobanê: Yekane delîl jî nîne

  • 15:19 30 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Di parastina Doza Kobanê de wiha hat gotin: “Tê îdiakirin ku 4 hezar û 743 sûc hatine kirin. Yekane delîl jî nîne ku faîlê yekê tenê jî ez im.”
 
Rûniştina çaremîn a danişîna 43’yan a Doza Kobanê ku 18 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Rûniştina duyemîn a danişînê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Danişîn, bi parastina siyasetmedarê girtî Nazmî Gur berdewam kir. Nazmî bal kişand ser mafê darizandina adil û bal kişand ku hin dozger û dadgerên li doza wan dinêrin AKP’î ne. Nazmî, diyar kir ku kesekî ji AKP’ê bûye parlamenter endamê AYM’ê ye û da zanîn ku daraz ne serbixwe ye. 
 
‘Divê hûn bizanin ku hêza darazê aydê dadgeran e’ 
 
Nazmî, anî ziman ku li Tirkiyeyê hiqûqa bêhiqûqiyê serwer e û wiha got: “Piştî ku biryarên siyasî hatin dayîn tu qiymetê parastina me ya bi hezaran rûpelan nîne. Divê hûn bizanin ku hêza darazê aydê dadgeran e, divê hûn nehêlin siyasetmedar bi kar bînin. Dadgerî meqameke ku herkes jê bawer bike ye lê em nikarin di vê qonaxê de qala wê bikin.”
 
Nazmî, bi lêv kir ku HDP’ê li dijî êrişên DAIŞ’ê yên li Kobanê rolek lîst û wiha berdewam kir: “Tiştên ku Îsraîlê li Xezayê kirin girantir li wir hatin kirin. Li Kobanê yek avahÎ li ser piyan nemabû. Lê bi piştgiriya navnetewî DAIŞ bi paş ve hate birin. Feydeyê vê ji Tirkiyeyê re çêbû. Lê ji ber Tirkiye kurdên li Rojava weke dijmin qod kiriye, niha jî weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye ketiye hin herêmên Sûriyeyê ku dewleteke serbixwe ye. Ev li dijî hiqûqa navnetewî ye. Ji ber ku yek ji wan jî bi daxwaza Sûriyeyê nehatiye kirin. Yek ji kurdên wê derê ne di feraseteke ku ji aliyê ewlehiya neteweyî ve gefan li Tirkiyeyê bixwin in.”
 
Nazmî, têkildarî pêvajoya darizandinê parastina xwe domand. 
 
‘Yekane delîl jî nîne’ 
 
Nazmî, parastina xwe wiha domand: “Em hemû kesên ku di çarçoveya vê dozê de tên darizandin, ne bi îdiaya ku faîlê 4 hezar û 743 bûyerên di 6 û 8’ê cotmeha 2014’an de pêk hatine tên darizandin, em bi îdiaya ku bûne sedemê bûyeran û pêdane kirine tên darizandin û hêj jî girtî ne. Tê îdiakirin ku 4 hezar û 743 sûc hatine kirin. Yekane delîl jî nîne ku faîlê yekê tenê jî ez im.”
 
‘Îdia veguherîn bêbextiyan’ 
 
Nazmî, diyar kir ku dozger îdiayên xwe veguherandin “bêbextiyan” û anî ziman ku endamên Meclisa Partiyê bi awayekî periyodik ji bo mijarên di rojevê de binirxînin 45 rojan carekê kom dibû. Nazmî, bal kişand ku di civîna 6’ê Cotmeha 2014’an de tenê çalakiyên Kobanê nehatin nîqaşkirin û ev tişt gotin: “Helbet hemû geşedanên li herêmê HDP’a ku di Meclisê de koma wê heye jî eleqedar dike. Helbet li dijî pirsgirêkê navxweyî û navnetewî jî hestiyar e. Di çarçoveya fikir û polîtîkayên xwe de ji van pirsgirêkan re pêşniyarên çareseriyan pêş ve dibe. Di 6’ê cotmeha 2014’an de jî ev yek çêbû. HDP’ê tu carî weke dozger îdia dike ji piştgiriya buyerên tundiyê re polîtîkayek pêşvenebiriye.”
 
Navber dan danişînê. Dê parastina Nazmî, piştî navberê berdewam bike.  

Etîketan:

kobanê doz