Îfadeyên şahidên veşarî hatin pûçkirin

  • 22:46 27 Mijdar 2023
  • Rojane
ENQERE - Danişîna Doza Kobanê bi parastina Meryem Adîbellî berdewam kir. Parêzer bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên şahidên veşarî û eşkere yên der barê Meryem Adîbellî de îfade dane.
 
Rûniştina yekemîn a danişîna 43’yan a doza Kobanê ku 18 jê girtî 108 kes tên darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê, li Kampusa Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedara girtî Meryem Adîbellî beşdarî danişînê bû, siyasetmedarên din bi hincetên cuda tevlî danişînê nebûn. Parêzerên Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û gelek kes li salonê amade bûn.
 
Danişîn bi parastina parêzerê Meryem Adîbellî, Berdan Acûn berdewam kir. Berdan  Acûn bal kişand ser nakokiyên di îfadeyên şahidên veşarî û eşkere yên der barê Meryem Adîbellî de îfade dane. Berdan Acûn diyar kir ku di îfadeyan de tenê pênaseya kadro hatiye gotin û der barê bûyerên Kobanê de agahiyên zelal tune ne û wiha axivî: "Hemû îfadeyên şahidan bi şîroveyên şexsî tijî ne û ne hiqûqî ne. Ev îfadeyên şahidan gelek caran hatine pûçkirin in."
 
Berdan Acûn bal kişand ser nirxandina dozgeriyê ya der barê Meryem Adîbellî de û wiha got: “Di sala 2013’an de beşdarbûna muwekîla min a civîneke li Hewlêrê bû mijara tawanbariyê. Xebatên jinan ên li Hewlêrê divê bi tu awayî derqanûnî neyên dîtin. Di xebatên jinan de cih girtiye. Ew bi qanûnî û bi pasaporta xwe beşdarî civînên li wir bû û ev yek tenê ji bo armancên dîplomatîk bû. Her wiha hemû nûnerên partiyên siyasî beşdarî civînên wiha dibin. Yek delîlek jî tune ye ku muwekîlê sûcên ku têne sûcdar kirin. 3 sal in girtî ye. Daxuyaniyên ku li dijî hiqûqê ne û li gorî delîlên madî ne, her tim weke hincetên berdewamiya binçavkirinê tên dîtin. Muwekîla min jî wekî Mesut Bagcik ê ku berê hatibû berdan e.”
 
Berdan Acûn daxwaza berdana Adîbellî kir.
 
Di rûniştina piştî parastina Acûn de piştî nîv saet navberê, serokê dadgehê biryar da ku dê daxwaza berdana Adîbellî paşê bê nirxandin û rûniştina bê jî dê bi parastina siyasetmedarê girtî Nazmî Gur bidome.
 
Danişîn taloqî saet 10.00'ê sibê hat kirin. 
 

Etîketan:

kobanê doz