Doza Kobanê berdewam dike

  • 14:03 16 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştîna çaremîn a danişîna 41’an a Doza Kobanê bi parastina siyasetmedaran berdewam dike. Siyasetmedar Îsmaîl Şengul diyar kir gelo ji ber twîtekê muebbed tê dayîn? 
 
Rûniştîna çaremîn a danişîna 41’an a Doza Kobanê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam kir. Danişîna dozê li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. 
 
Siyasetmedarên girtî Sebahat Tuncel, Aynûr Aşan, Ayşe Yagci, Ayla Akat, Zeynep Kahraman, Zeynep Olbecî, Alp Altinors, Bulent Parmaksiz, Nazmî Gur, Gunay Kubîlay û Alî Urkut jî danişîn li eywanê şopandin. Dîlek Yagli û Pervîn Oduncu jî ji Girtîgeha Sîncanê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bû.
 
Danişîn bi parastina Îsmaîl Şengul didome û Îsmîl bertek nîşanî tehliyekirina kujerê Gerînendeyê Giştî yê Weşana Rojnameya Agosê Hrant Dînk, Ogun Samast da û dest bi parastina xwe kir. Îsmaîl, pirsa “Gelo ma ji ber twîtekê muebbed tê dayîn?” kir û ev tişt anî ziman: “Di demeke ku xetereya qirkirinê gav bi gav mezintir dibû de banga MYK’a HDP’ê kirî tenê bangawaziyeke demokratîk e. Bangawaziyeke li dijî qirkirinê bû. Lê belê dozger îdia dike ku ev twît bû destpêka bûyerên 6-8’ê Cotmehê. Bi vê sedemê jî dixwaze ku cezayên muebbedê li endamên MYK’ê bên birîn. Mîna pêkenokê ye lê mixabin rastî ev e.”
 
Piştî parastina Îsmaîl, dadgehê navber da.

Etîketan:

kobanê doz