Doza TJA'yê berdewam dike: Gelo dayina silavê jî sûc e?

  • 16:44 8 Mijdar 2023
  • Hiqûq
 
ENQERE - Rûniştina doza TJA'yê di roja duyem de didome. Parastina jinan didome û jinan di danişînê de bal kişandin ser kar û xebatên xwe. 
 
Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) di 2’yê kanûna 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere de hatibûn girtin. Aktîvîstên TJA’yê bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “avakirina rêxistinê û rêveberiya wê” tên darizandin. Danişîna ewil a dozê di roja duyemîn de li 25’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bi parastina jinan berdewam dike. 
 
Di danişînê de Fîgen Ektî ser hişê xwe çû û cendermeyan jî destûr neda ku parêzer mudaxale bike. Parêzeran diyar kirin ku rewşeke mirovatiyê ye û hûn çima nahelîn ku mudaxale bê kirin. Cendermeyan jî bersiva "Divê em ji şandeya dadgehê bipirsin û piştre dew bidin Fîgenê". Piştî ku şandeya dadgehê hat salonê dew dan Fîgenê. 
 
Piştî demek şûnde danişîn bi parastina Besîle Narîn berdewam kir. Besîle, di destpêke de îdiayên şahîdê nepen qebûl nekir û daxwaza rakirina kondrola edli kir. 
 
Hatîce Yaman jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û da zanîn ku bi salane li Sêrtê doza wê didome û bi vê dozê re hatiye girêdan. Hatîce da zanîn ku îfadeya ku di emniyetê de daye carek din dubare kir. 
 
Sultan Esen jî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bû û îdîayên şahîdê nepen Ulaş red kir û got: "Ez nexweşim û tedawî dibînim. Ev saleke ez di hefsa malê de me. Piyê min kelepçekiriyê. Ji ber vê ez nikarim bê danişînê jî. Ji ber ku ez kemoterapî dibînim ez gelek zehmetiyan re rûbirû dimînin. Ez dixwazim biryara hefsa malê bê rakirin."
 
Zekiye Guler jî da zanîn ku di çalakiyên ku tevlîbûyî de hatiye binçavkirin û hertim jî îfadeya xwe daye û wiha bi lêv kir: "Ez îdiayên şahidê nepen Ulaş qebûl nakim. Ez li fakultê tedawî dibinim. Her wiha cihê ku ez lê îmze dididim jî dûr e. Ez daxwaza rakirina kontrola edlî dikim." 
 
Nebûna pere di hesab de sûc hat dîtin
 
Danişînê bi parastina Bêrîtan Can Yaş a ku negirtî dihat darizandin berdewam kir. Bêrîtanê, anî ziman ku di sala 2005'an de çûye Stenbolê û di komeleyên jinan de dest bi xebatê kiriye û ji ber nasnameya xwe ya Kurdewar û kotaya jinan dest di nav HDP'ê de dest bi xebatan kiriye û wiha got: "Ez demek li Agirî, Qers û Bedlîsê xebatîm ji ber  tundiya ku li jinan dihat kirin. Di sala 2011’an de hatim girtin û min navber da xebatê. Di sala 2013’an de ji girtîgehê derketim û li gelek cihan xebitîm. Ez di 3 buroyên hiqûqê de wek sekreter xebitîm û wekî ku sûc be ev xebata min di îdanameyê de hat bicihkirin. Li Bazîdê der barê min de doz hatiye vekirin, ev 11 sal in didome. Qedexeya min a derketina derve nîne û plana min a derketina ji vî welatî nîne. Ji ber şert û mercên aborî min ji Stenbolê koçî Amedê kir, wê demê ez li zanîngeha Mêrsînê hatim qebûlkirin, lê ji ber ku ez li Amedê mam, min li zanîngeha Êlihê qeyda xwe çêkir. Jiyaneke min a wisa heye. Di raporên MASAKê ez bi nebûna pere di hesabê xwe de têm sûcdarkirin."
 
Kesê ku tê gotin 176 caran pê re hevdîtin pêk aniye salek berê mir
 
Bêrîtanê, anî ziman ku di dosyayê de qeydên HTS'ê hene û diyar dike ku wê di navbera salên 2013-2014'an de 176 caran bi kesekî re axiviye, lê hîn bûye ku kesê ku tê îdiakirin pê re axiviye, di sala 2012'an de jiyana xwe ji dest daye û diyar kir ku ew kesê ku qaşo pê re axiviye nas nake. Bêrîtanê bertek nîşanî delîlên di dosyayê de hatin bicihkirin da û got, "Bi rastî ev mînak bi awayekî zelal nîşan dide ku ev dosyayek vala ye."
 
Bêrîtanê destnîşan kir ku karê wê karê legal e  û xwest ku daxwazên kontro edlî bê rakirin û beraata xwe xwest.
 
'Min li dijî tundî û tecawiza li ser jinan têkoşîn da'
 
Hulya Taşar a negirtî tê darizandin û li rûniştinê amade bû da zanîn wê di dema BDP'ê de di meclîsa jinan de cihê xwe digirt û got ew şahidê veşartî Ulaş nas nake. Hulyayê li beranberî beyanên "Di 2015'an de li Qendîlê bû" diyar kir ku ew di 2015'an de di girtîgehê de. Hulyaya beyanên şahidê veşarî vala derxist wiha got:"Min li dijî tundî û tecawiza li ser jinan têkoşîn da. Ev xebatana hemû li ber çapameniyê hat kirin." Hulyayê daxwaza rakirina daxwazên kontrola edlî kir. 
 
'Ez beyanên şahidê veşartî Ulaş qebûl nakim'
 
Piştî Hulyayê, Tamcihan Çelebi ya negirtî tê darizandin wiha got:"Ez beyanên şahidê veşartî Ulaş qebûl nakim. Ne endama partiyeke siyasî me, min di xebatên partiyeke siyasî jî cih negirtiye. Li gor şahid ez qedroya rêxistinê me, qaşo ez çûme Xakurkê. Ez carekê çûm HDP'ê ew jî ji bo zarokên xwe bû. Ji ber ez çûm HDP'ê ji min re dibêjin tu rêveber î. Ji ber min silav daye HDP'ê ma qey ez 'terorist' û rêveber im ?" Tamcihanê daxwaza bidawîkirina hepsa malê kir. 
 
Herî dawî jî Yeliz Ayyildiz Kiyak a negirtî tê darizandin bi awayekî kurt mafê axaftinê girt. Yelizê îddiayên derbarê xwe de red kir û daxwaza berata xwe kir. 
 
Piştî parastinên jinan derbasî beyanên parêzeran bûn. 

Etîketan:

doz