'Ji bo aştiyek mayînde divê tecrîd bidawî be'

  • 09:04 29 Tebax 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş der barê binpêkirina mafan de axivî û da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê bandor li hemû girtîgehan kiriye û divê li dijî vê deng bê derxistin. Zîlanê got ji bo aştiyek emayîn de divê dawî li tecrîdê bê anîn.
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîtgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F ya Îmraliyê girtiye 41 meh in agahî nayê girtin. Ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û azadiya fîzîkî pêk bê û her wiha ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd, di 10’ê Cotmeha 2023’yan de Kurd û dostên Kurdan kampanyayek dan destpêkirin. Bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ girtiyên siyasî di 27’ê Mijara 2023’yan de ketin greva birçîbûnê. Piştre xizmên girtiyan jî bi heman daxwazên çalakiya ‘Nobeta Edaletê’ dan destpêkirin. Piştî çalakiya greva birçîbûnê di 4’ê Nîsana 2024’an de girtiyan çalakiya xwe anîn qonaxek nû û  boykota hevdîtinan kirin. Çalakiyê demek dirêj berdewam kir. Di vê çarçoveyê de berxwedana girtiyan û xizmên girtiyan didome.
 
Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Îzmîrê Zîlan Gumuş axivî û da zanîn ku desthilatdarî ji bo tecrîd û binpêkirina mafan çareseriyekê nayne û balkişand ser girîngiya têkoşînêa li dijî tecrîdê. Zîlanê got ji bo aştiyek mayînde divê tecrîd bidawî be.
 
‘Çareseriyek mayînde neanî’ 
 
Zîlanê got binpêkirinên mafan yên girtîgehan bi dîrtoka komarê re destpê kiriye û got: “Ji avabûna komarê heta niha zext li ser girtîgehan hene û hikûmetan tu çareserî pêk neanîne. Tirkiyeyê girtîgeh veguhertine navendên binpêkirina mafan. Em wek komele wek komîsyona girtîgehan aktîf dixebitin. Em daxwez û serlêdanan digirin û girtiyan re hevdîtinan dikin. Em dikarin bêjin ku rewşa girtîgehan qe nebaşe.”
 
Bi tîpên S,Y girtiyan ji cîhan derve qût dikin
 
Zîlanê balkişand ser tecrîda li ser girtiyan û wiha daxuyand: “Herî dawî çalakiya boykota hevdîtinan hebû. Wan armanca çalakiya xwe anî ziman; tecrîda heyî û tecrîda li Îmraliyê bû. Bi armanca bal bikşînin ser vê tecrîdê çalakî pêk anîn. Demên dawî de girtîgehên Tîpên S, Y û Elwhiya bilind ava kirin û van dixwazin girtiyan ji cîhana derve qûr bikin, pergala îzolasyonê pêk bînin. Mînaka vê jî girtîgeha Îmraliyê ye. Tecrîda li Îmraliyê dixwazin li hemû girtîgehên din jî pêk bînin. Binpêkirina herî mezin a fan  tecrîde.”
 
‘Desthilatdarî biguherin jî yekane tişta neguheriye newekheviye’
 
Zîlanê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê desthilatdarî biguherin jî partî biguherin jî  yekane tişta neguheriye newekheviye û polîtîka cudaxistinê ye. Zîlanê nirxandina xwe wiha domand: “Vê newekheviyê welatî ji kûrahî hîs dikin. Ev herî zêde li girtîgehan tê dîtin. Em di esasa serlêdanan de dikarin bêjin ku bi taybet newekheviyê li hember girtiyên siyasî dikin. Girtiyên nexweş hene. Girtiyên ku mafên wan ji dest hatine girtin hene. ATK raporan ava dike û dibêje ‘ev girtî ji bo civakê bi xeter e’. Bi van raporan girtî nayên berdan. Li hembere girtiyan newekheviyek mezin heye. Mînaka ewil ya ku tecrîd lê bi giranî pêk hatiye jî Îmraliye. Niha dixwazin li hemû girtîgehan tecrîdê pêk bînin. Lê ji bo aştiyeke mayîn de divê tecrîd bidawî be. Ger ku em bixwazin aştiyê bînin divê em dest ji zimanê newekheviyê berdin. Divê tecrîd bê rakirin.”