Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

  • 11:54 22 Tebax 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 41 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind Îmraliyê tê ragirtin, 41 meh in tu agahî nayên girtin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Asrînê Sûzan Akîpa, Cengîz Yureklî, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
 
Hevdîtinan asteng dikin
 
Piraniya serlêdanên ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nayên bersivandin. Hevdîtin, her 6 mehan carekê ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve bi hinceta “cezayê disiplînê” tên astengkirin. 
 
Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re di tevahiya Rewşa Awarte (OHAL) a di tîrmeha 2016’an de berdewam kir û ev yek heta sibata 2018’an domiya. Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran piştî vê dîrokê her 6 mehan carekê hate dubarekirin û heta îro didome. Biryara qedexeya hevdîtinê ya ji bo 6 mehan a herî dawî jî di 3’yê gulana 2024’an de ji hêla Dadgeriya Înfazê ya Bursayê ve hate dayin. 
 
Bi biryara dawî re di nava 8 salan de herî kêm 13 caran ji bo 6 mehan cezayê hevdîtina bi parêzeran re hate dayin.