Hezkirina xwe ya welat bi pênûsa xwe ji civakê re ragihand

  • 10:57 25 Tebax 2024
  • Rojane
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Rojnameger Gulîstan Tara ku piraniya jiyana xwe di kevneşopiya Çapemeniya Azad de li ser rêya ku bi xewna Kurdistana azad dest pê kiribû derbas kir, bi pênûsa xwe rastî û hezkirina jî welatê xwe ji civakê re ragihand. 
 
Kevneşopiya Çapemeniya Azad di eşkerekirina binpêkirinên mafan û sûcên dewletê yên li Kurdistanê de roleke mezin lîstiye. Ji ber vê Çapemeniya Azad hema bêje her tim bi komkujî, kuştinên kiryar nediyar, windakirin, bombekirin, binçavkirin û girtin û îşkenceyê re rûbirû maye. Lê dîsa jî ji armanca xwe paşve tu gav navêtiye Çapemeniya Azad herî dawî li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê bi êrîşê re rûbirû hat. Di 23’ê Tebaxê de li navçeya Seyîdsadik a Silêmanî di êrîşa dewleta Tirk a li hemberî wesayîtekê de rojnamevan Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dabûn.
 
Gulistan Tara kî ye?
 
Gulîstan di sala 1983'an de li Êlihê ji dayik bû, di malbateke welatparêz de bi 10 xwişk û birayan re mezin bû. Gulîstanê dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Êlihê qedand. Gulistana ku ji aliyê hevalên xwe yên polê ve bi alîkarî, dilovanî û hestiyarî dihat hezkirin, bi dilxweşî, dilxwazî, meraq û ruhê xwe yê têkoşer tê naskirin. Gulîstan jî bi şiyana xwe ya ragihandinê bawer dike û gelek caran tekez dike ku tu pirsgirêkek ku bi vî awayî nikaribe çareser bike tune ye. Gulîstana ku bi karakterê xwe yê têkoşer timî bi civakê re di nava têkiliyê de bû, di temenekî ciwan de Kurdistana azad xeyal kir û di 16 saliya xwe de di sala 1999'an de dest bi rêwîtiya xwe ya têkoşînê kir. Gulîstan a ku ji ber ku aliyê wê yê civakî serdest bû biryar da ku bi rêya çapemeniyê rastiyê ji raya giştî re ragihîne, bi kevneşopiya Çapemeniya Azad re têkoşîna xwe berfireh kir. Rojnamegera Kurd Gulîstan a ji bo azadiyê têdikoşiya, bi ked û hewldana xwe ya têkoşînê îlham da generalên nû yên Çapemeniya Azad.
 
Şervana heqîqetê
 
Gulîstan ji sala 2000’î ve weke xebatkara Çapemeniya Azad li gelek qadan şer dike. Gulîstan ku di dema şoreşê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû û ji sala 2018’an ve li Başûrê Kurdistanê xebatên xwe didomîne, rewşa jinên Kurd, polîtîkayên şerê taybet, êrîşên Tirkiye û PDK’ê yên li ser gelê Kurd bi xebatên xwe yên li Başûrê Kurdistanê vegot. Hewl da gendeliya PDK'ê eşkere bike û rastiyê ji raya giştî re ragihîne. 
 
Xuşk û birayên Gulîstanê Dîcle Erdem û Ûlkem Îsen bahsa xuşka xwe kirin.
 
'Xeyala wê Kurdistaneke azad bû'
 
Ji bo jina Kurd a evîndar Gulîstanê, xwişka wê Dîcle Erdem dibêje, xeyala xwişka wê Kurdistaneke azad bû û ev xeyal wê rojekê bi cih were. Dîcle ku xwişka xwe bi gotina "Gulîstan bû xezala me ya çavên xweşik" vedibêje, diyar kir ku Gulîstan di 16 saliya xwe de tevlî têkoşînê bûye. Dîcle got, “Ji ber ku di temenê xwe yê biçûk de çû me nekarî em bibin şahidê hin kêliyên jiyana xwê, lê ked û hewldanên wê yên têkoşînê em bi rûmet kirin. Em bi wê serbilind û şanaz bûn. Ez dizanim xeyala wê dê rojekê pêk were. Em ê li pişt têkoşîna wê bin. Ji vir şûnde em ê hewl bidin ala ku wê hilgirtiye heta dawiyê bi rûmet hildin û rêhevalên wê wê têkoşîna wê ya bi rûmet bidomînin."
 
'Êrîşeke hovane û xayîn e'
 
Dîcle, êrîş weke 'hovane û xayîn' nirxand û wiha got: "Em kesên ev kirine û yên bûne sedema vê şermezar û lanet dikin. Weke malbata Gulîstanê em ji malbata hevala wê ya din ku şehîd ket re sebrê dixwazin. Her wiha ji gelê me re sersaxiyê bi rêhevalên me yên ku berê gelek caran bi xayîntî ketin kemînê û hatin qetilkirin serbilind in."
 
'Bi pênûsa xwe nefspiçûkbûna xwe nîşan da'
 
Birayê  Gulîstanê Ûlkem Îsen jî di derbarê Gulîstanê de wiha dibêje: “Ji danûstandinê hez dikir û di wê baweriyê de bû ku her tişt bi danûstandinê çareser dibe. Aliyê wê yê civakî serdest bû. Ji ber ku çapemenî saziyeke bi gel re di nava têkiliyê de ye, hilbijart ku bi rêya çapemeniyê rastiyan îfade bike. Ji Rojava û Rojhilat gelekî hez dikir. Ji hemû parçeyên Kurdistanê hez dikir. Jixwe ev yek di nivîsên wî de diyar bû. Dibe ku bi vî awayî wê karîbû hest û nefsbiçûkiya xwe bîne ziman."