Xwişka Hîlal Kar: Piştevanî hebe wê gumanbar bên girtin

  • 09:02 25 Tebax 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Hîlal Kar ji aliyê mêrê pê re zewicandî Mehmet Demîrhan ve hatibû qetilkirin. Xwişka Hîlalê, Rojbîn Duru Kar, axivî û got: “Jin  hîn bêtir di piştevanî û yekitiyê de bin wê gumanbar bê girtin. Bila tenê bi daxuyaniyê çapemeniyê sînor nemîne.”
 
Hîlal Kar (33) di 23’yê hezîranê de li navçeya Rezan a Amedê li taxa 5 Nîsanê ji aliyê mêrê bi navê Mehmet Demîrhan ku bi mehra olî pê re zewicandibû ve bi çekê hat qetilkirin. Cenazeya Hîlalê li goristana Yenîkoy hat definikrin û tevî hemû bangên malbatê hîna gumanbar nehatiye girtin.
 
Xwişka Hîlalê, Rojbîn Duru Kar, tiştên vê pêvajoyê hatine jiyîn ji JINNEWS’ê re vegot.
 
‘Bi çekê tehdîd kir’
 
Rojbînê pêvajoya ku Hîlal hatiye qetilkirin bibîr xist û wiha domand: “Hîlal ji aliyê gumanbar ve bi plankirî hat qetilkirin. Hefteyek berê gumanbar xwarziyê min yê 5 salî revand. Piştre li xwişka min geriya û got nasnameya wî bîne xwarê.  Xwişka min nasnameyê dibe. Piştre nîqaş dikin. Piştre çekê derdixe û tehdîd dike. Dibêje em li hev bên. Xwişka min qebûl nake. Piştre guleyan direşîne.”
 
‘Me şîna xwe negirt em li edliye û qerekolan bûn’
 
Rojbînê daxuyakirin ku piştî qetilkirina xwişka wê şîna xwe negirtine û wiha pê de çû: “Xwişka min li min geriya. Gotin ji lingê xwe birîndar bûye û li nexweşxaneya Dewletê ya Selahattîn Eyubiye.  Ez çûm nexweşxanê min pirsî. Gotin kesek wisa tuneye. Piştre xwişka min dîsa geriya. Ez fêm bûm li Saziya Tipa Edliye. Min nizanibû Saziya Tipa Edlî çiye.  Gotin xwişka te miriye. Me hîna şîna xwe negirtibû em li qerekol û edliyeyan bûn.  Gumanbar biraziyê min jî daniye cem xwişk û birayên xwe.”
 
‘Bila bi daxuyaniyan sînor nemîne’
 
Rojbînê destnîşan kir ku li hember doza Hîlalê piştevaniya jinê qels maye û di vî alî de hewldanên li ser çapemeniya civakî têr nakin û wiha dawî lê anî: “Min bi xwişka xwe re komek watsabê ava kir. Ji bo li ser twîtterê rojev bê afirandin me saet diyar kir. Di komê de ji 100’î zêdetir kes hebûn. Lê tevî vê 40-50 kesî rojev afirand. Yên din ji komê derketin. Em pir xemgîn bûn. Divê jin hîn bêtir di piştevaniyê de bin û bibin yek. Dema wisa be wê gumanbar bên girtin. Em hewl didin dengê xweşika xwe bidin bihistin. Gumanbar Mehmet Demîrhan hîna nehatiye girtin. Me şîna xwe negirt. Kujer hîna nav me de digere. Em dixwazin hinekî dilê me rehet be.  Ez ji jinan yekitî û piştevaniyê dixwazim. Bila netirsin. Dengê xwe bidin bihistin. Em ê dengê xwişka xwe înşallah bidin bihistin.”