Jin jiyan azadî jiyana jinan vedibêje

  • 09:03 24 Tebax 2024
  • Rojane
Nazlican Nujîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Li Hîndîstanê destdirêjî li jinekê hatibû kirin û piştre hatibû qetilkirin. Jin piştî vê daketin kolanan pankarta ‘jin jiyan azadî’ hildan. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê mijarê de axivî û got dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ azadî û rizgariya jinê hedef dike û bûye rêgeza tevgera jinan.
 
Jin Jiyan Azadî ya felsefeya berxwedana tevgera azadiya jinên kurd e, li hemû cîhanê deng da. Jin Jiyan Azadî yekem car ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hat ziman. Di 2012’yan de li Rojava bi pêşengiya jinan şoreş pêk hat û ev dirûşme bû dirûşmeya şoreş ê. Dirûşmeyê li hemû cîhanê deng da û di rojên borî de jî li Hîndîstanê deng da.
 
Li Hîndîstanê destdirêjî li jineke doktor hatibû kirin û piştre hatibû qetilkirin. Piştî vê çalakiyên hatin destpêkirin didomin. Li Hîndîstanê rêxistinên jinan piştî vê daketin kolanan pankarta ‘jin jiyan azadî’ hildan. Ji gelek deverên cîhanê jinan piştigrî dan vê çalakiyê.
 
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îzmîrê Burcugul Çubuk der barê mijarê de ji ajansa me re axivî û da zanîn ku dirûşmeya "jin jiyan azadî" jiyana jinan vedibêje.
 
Jin jiyan, azadî jiyana jinan vedibêje
 
Burcugulê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev  dirûşme ne nû ye. Bi dehan salan e jin diqîrin. Heman demê de bandorek wê ya mezin li ser jiyana jinê heye. Jin Jiyan Azadî jiyana jinan vedibêje. Ev dirûşme ji têkoşîna jinan derketiye û ji ber vê jî gelek bi bandore. Bi pêşengiya jinên li Rojava, bi têkoşîna jinên Êzidî, ji têkoşîna rizgariya jinê, ev derketiye holê. Ev dirûşme ji aliyê hemû jinên cîhanê ve hatiye naskirin.”
 
‘Dirûşmeyeke ku têkoşîna jinan bi salane lê digere ye’
 
Burcugulê bi lêv kir ku piştî ku jina Kurd Jîna Emînî li Îranê hat qetilkirin şûnde dirûşmeyê li kolanan deng daye û got: “Ev dirûşme li cîhanê hat bihistin û xwedî lê hat derketin. Ev dirûşme di alî jiyana jinan de sîmge bû. Li dijî êrişan û serdestiya mêr bû gotina me. Bi salan bû têkoşîna jinan li vê dirûşmeyê digeriyan. Dirûşme bû têgeha tevgera jinên cîhanê. Ji ber vê jî li Hîndîstanê jî ev hat naskirin. Jinên Hîndîstanê îro diqîrin ku li dijî serdestiya mêr ew hêzek mezinin.”
 
Jin, jiyan azadî tirsê diafirîne
 
Burcugulê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên Hîndîstanê xwedî li 'Jin Jiyan Azadî' derketin, bi pankartan ev dirûşme berz kirin. Ev ne tiştekî balkêşe. Ji ber ev dirûşme tenê jinan nayne gel hev, dijminê jinan jî ditirsîne. Ev dirûşme têkoşîna jinan nîşan dide. Li Hîndîstanê tevgera jinan ev demek dirêje pir xurt e. Jinên Hîndîstanê jî wek yên Kurdistanê hatine binpêkirin. Ji ber vê Jinên Kurd, Afganîstan an jî Hîndîstanê xwişkên hev in. Ev dînamîka têkoşînê dînamîka têkoşîna bi destkeftiyan hatiye encamkirinê ye.”