‘Ziman û wêjeya Kurdî hebûn û nasnameya me ye’

  • 09:02 19 Tebax 2024
  • Çand û Huner
 
Roza Metîna
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Helbestkar Çîmen Adil a ji Rojavayê Kurdistanê ye û helbesta xwe ya ewil li ser bavê xwe nivîsandiye da bal kişand ser ziman û wêjeya Kurdî û got:” Çiqas zext û zordestî li ser zimanê me hebe jî herî kêm mirov bikaribe biaxive û binivîse ev gelekî girîng e. Ji ber ziman û wêjeya Kurdî hebûn û nasnameya me ye. Divê kurd zarok û malbata xwe li ser zimanê Kurdî xwedî bike.”
 
Helbestkar Çîmen Adil a di 1990'î de li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye li ser pênaseya wêjeyê, berxwedana jinan a di qada wêjeyê de, têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de, girîngiya çalakiyên têkildarî wêjeyê, qedexeya li ser ziman û çanda kurdî  axivî.
 
Çîmenê da zanîn divê kurd tu carî dev ji ziman û wêjeya xwe bernedin û wiha got:” :”Gava mirov bi zimanê xwe bixwînî û binivîsî û berhemekê jî pêşkêş bikî ev cihê kêfxweşiyê ye. Lê ji ber em kurd her tim di nava şerekî de loma jî ev ji bo me hîn zehmet e. Heqê her gelî ye ku bi zimanê xwe binivîse, bixwîne, berheman çap bike lê ji ber em kurd in, em bindest in, ji ber şerê ziman û hebûna me tê kirin loma xwedîderketina li zimanê Kurdî jî bêtir girîng e.”
 
‘Wêje zengînbûna şaristaniya wî gelî ye’
 
Çîmen Adil di destpêkê de bal kişand ser pênaseya wêjeyê û wiha got:”Wêje ji bo min hebûna gelan e. Wêje çîrok, helbest, serpêhatî, destan e. Gelek wateyê jî di nava xwe de dihewîne. Her wiha wêje zengînbûna şaristaniya wî gelî ye.  Jiyana mirovan a rojane, serpêhatiyên wan jî di nava wêjeyê de cihê xwe digirin.”
 
‘Jinan ji bo qada wêjeyê jî hîn bêtir li berxwe dane’
 
Çîmenê da zanîn jinan her tim di nava şert û mercên giran de li berxwe dane û wiha pê de çû:”Ji dîrokê heta niha jinan jî li meydana wêjeyê pênûsa xwe girtiye dest. Di nava şert û mercên giran de li berxwe dane û nivîsandine. Ji ber ku li Rojhilata Navîn barê jinan giran e ji bo qada wêjeyê jî hîn bêtir li berxwe dane. Ji ber li malê jî gelek kar jî li ser pişta jinan diçe loma jî di warê nivîsandinê de derfetê pir kêm dibînin. Ji ber ku ez jî dayik im loma ez jî ji ber kar û barên malê û zarok di vê navberê de pir zêde derfetê ji nivîsandinê re, ji xwendinê re nabînim.”
 
‘Wêje çiqasî zindî be ew ziman jî wê ewqasî zindî be’
 
Çîmenê bal kişand ser têkiliya di navbera ziman û wêjeyê de û wiha lê zêde kir:”Ziman û wêje bi hev girêdayîne. Wêje çiqasî zindî be ew ziman jî wê ewqasî zindî be. Ziman jî çiqasî dewlemend be wê wêje jî ewqasî dewlemend be. Wêje her wiha çand, rengê jiyanê û mûzîka gelekî jî di nava xwe de dihewîne.”
 
‘Jin jî pênûsa xwe hildigirin û dinivîsin’
 
Çîmenê da zanîn wêjeya Kurdî tevî zehmetiyan jî serî hildide û pêş dikeve û wiha got:”Niha em dinêrin wêjeya Kurdî tevî zext û zordestiyan jî baş pêş dikeve. Niha berhemên wêjeyî tên çapkirin, çalakî tên lidarxistin, bi giştî ez dibînim di warê wêjeyê de şopandineke baş heye. Niha di warê wêjeyê de ji bo jinan jî derfet hîn zêde ne. Jin jî pênûsa xwe hildigirin û dinivîsin. Ev ji bo bandoreke erênî li ser civakê bike gelekî baş e.”
 
‘Helbest bi hestên jinê ve girêdayîye’
 
Çîmenê da zanîn jin ji ber di warê hest de hîn li pêş in loma jî ji cureyên wêjeyê bêtir helbestê dinivîsin û xwe di helbestê de azad dibînin. Çîmenê wiha dewam kir:”Jin ji ber ku hestiyar in û xwediyê rihekî azad in bêtir helbestê dinivîsin. Jin bi hestên xwe dijîn. Loma wextê alavên derbirînê hebin ên wekî zimanekî xurt, çandeke xurt, hunereke xurt wê demê jin wê xwiştir binivîsin. Helbest bi hestên jinê ve girêdayîye. Helbest hest e û jin jî xwediyê hestên mezin e.”
 
‘Xwendin pênûsa mirov xurtir dike’
 
Çîmenê bal kişand ser girîngiya xwendinê ya ji bo wêjeyê û wiha got:”Ji bo mirov di warê wêjeyê de pêş bikeve divê bi taybet bixwînin. Ev ji bo mirovan dibe ezmûn û serpêhatî. Xwendin pênûsa mirov xurtir dike. Mirov divê hem li ser wêje, çand, huner, dîrok û rabirdûya xwe bixwînin hem jî ya gelên dinê bixwînin.”
 
‘Çalakiyên ji bo wêjeya Kurdî jî gelekî bi wate ne’
 
Çîmenê di heman demê de bal kişand ser girîngiya ji bo çalakiyên wêjeyê û wiha got:”Jin dema xwe di warê ziman, çand, hunerê de pêş bixin wê dewlemendiyek di nava civakê de çêbibê. Em wekî Gelê Kurd xwediyê şaristanî û dîrokeke kevnar in. Her mirovekî di warê wêjeyê de xwe derxe pêş wê bibe sedema pêşketin û dewlemendiyekê. Her wiha çalakiyên ji bo wêjeya Kurdî jî gelekî bi wate ne û baş in. Ev yek wê cihê şanaziyê be. Wê ji bo pirtûkxaneyên Kurdî jî serfiraziyek û nîmûneyek be. Ev yek wê ji bo gelek jinan jî bibe handan.”
 
Bi awayekî veşartî li malan perwerdeya zimanê Kurdî dide
 
Çîmenê bal kişand ser qedexeya li ser ziman û çanda Kurdî û wiha got:”Ez li welatekî ku zimanê Kurdî û çanda Kurdî lê qedexe bû hatim dinê. Min bi awayekî veşartî di malan de bi zimanê Kurdî perwerde dida. Bi wê re hezkirina min a ji bo helbestê jî dest pê kirê. Li Rêmêlan li Girkê Legê ez diçûm tevli şevbihêrkan dibûm. Ev şevbihêrk jî bi awayekî veşartî dihatin çêkirin. Ev şevbuherkên helbestê bûn, cejnên rojnamegeriyê bûn. Di 12-13 saliya xwe de tevli şevbihêrkên helbestan dibûm. Li malê jî min helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran dixwend.”
 
Helbesta xwe ya ewil li ser bavê xwe dinivîse
 
Çîmenê da zanîn dilê wê her tim bi wêjeyê re ye û wiha got:”
 
Min di 13-14 saliya xwe de helbesta xwe ya pêşîn li ser bavê xwe nivîsand. Belkî kêmasiyên wê helbesta ewil hebûn lê hest tê de li pêş bûn, ji dil bû. Hêdî hêdî bavê min alîkariya min dikir û ji min re serast dikir. Min bi taybet pirtûkên Kurdî dixwendin. Hem wêjeya Kurdî hem ya cîhanê vê dawiyê me li ser înternetê jî dixwend. Min wekî jinekê hestên xwe di helbestê de dît. Di 2019’an de min berhema xwe ya ewil a bi navê ‘ Bêhna Xewê Tê Min’ çap kir. Min di destpêkê de bi awayekî klasîk dinivîsand lê piştre min bi awayekî nûjen nivîsand. Min gotarên bi Kurdî jî dinivîsand. Lê ji ber piştre zarokekî min çêbû tevgera min a di vî warî de piçekî sist bû. Lê dilê min her bi wêjeyê ve ye û ez ê xebatên di warê wêjeyê de jî her tim dewam bikim.”
 
‘Heqê her gelî ye ku bi zimanê xwe binivîse’
 
Çîmenê bal kişand ser girîngiya ziman û wêjeya Kurdî û wiha dewam kir:”Gava mirov bi zimanê xwe bixwînî û binivîsî û berhemekê jî pêşkêş bikî ev cihê kêfxweşiyê ye. Lê ji ber em kurd her tim di nava şerekî de loma jî ev ji bo me hîn zehmet e. Heqê her gelî ye ku bi zimanê xwe binivîse, bixwîne, berheman çap bike lê ji ber em kurd in, em bindest in, ji ber şerê ziman û hebûna me tê kirin loma xwedîderketina li zimanê Kurdî jî bêtir girîng e. Tevî şer, xerîbî, dûrketina ji welatê xwe û êrişan jî mirov bikare li ziman, çand û hunera xwe derkeve ev tiştekî baş e.”
 
‘Ziman û wêjeya Kurdî hebûn û nasnameya me ye’
 
Çîmenê bi lêv kir ku divê kurd li ziman û wêjeya xwe xwedî derkevin û wiha bi dawî kir:”Çiqas zext û zordestî li ser zimanê me hebe jî herî kêm mirov bikaribe biaxive û binivîse ev gelekî girîng e. Ji ber ziman û wêjeya Kurdî hebûn û nasnameya me ye. Divê kurd zarok û malbata xwe li ser zimanê Kurdî xwedî bike. Divê em li ser vê yekê gelekî bisekinin. Divê bi taybet dê û bav baldar bin. Bi vê re wê nifşên nû jî guh bide zimanê xwe û wê zimanê Kurdî ji tunebûnê rizgar bibe.”
 
Çîmen Adil kî ye ?
 
Çîmen Adil di 1990'î de li bajarê Rimêlanê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Wêjeya Fransî li Zanîngeha Helebê xwendiye. Weke rojnemevan di hin qenale^n kurdi^ de li herêma Kurdistanê kar kiriye. Çîmenê wekî wêjevanekê tevli gelek qenalên televizyonan jî bûye. Ji aliyê nivîskar û wergêrê Emerîkî Dêvid Şok ve antolojiya helbesta nu^ ya Rojava tê amadekirin. Çîmenê jî wek helbestvan di nav vê projeyê de hatiye hilbijartin.
 
Berhemên çapkirî:
 
Dîwaneke bi navê Bêhna Xewê Tê min-2019-Qamişloyê